Yek ji wan saziyan, saziya kerta tenduristiyê bû. Kerta tenduristiyê yek ji kertên herî girîng e, ji ber ku peywendî bi jiyana welatiyan re heye, bi rêya vê kertê xizmetguzarî pêşkêşî zarok, ciwan û pîr û seqetan tê kirin û gelek jiyan û xweşjiyana wan bi asta wan xizmetguzariyan ve girêdayî ye ku bi rêya van kertan tên pêşkêşkirin.
Di şêstên sedsala borî de Barûdoxê Kurdistanê bi giştî di asta herî xirab de bû û herêmên azadkirî yên di bin desthilata şoreşê de gelek xirabtir bûn, ji ber ku ji her alî ve hatibû dorpêçkirin û hikûmeta Îraq rê nedida ti amraz, amûr û dermanek derbasî herêmên azadkirî bibe, lewma Dabînkirin dermanan ji bo zêdetirî bîst hezar Pêşmerge û zêdetirî yek milyon welatiyan gelek zehmet bû.
Digel vê yekê Nexweşî wek: malarya, sil û nexweşiyên koendama herisê gelek belav bûbûn, bi taybetî zarok bi destê van rewşan dinaliyan, lewma li gorî zanyariyên Îmanûel Brakêt ku di wê serdemê de serdana herêmên di bin desthilata şoreşê de kiribû dibêje %50ê zarokan jiyana xwe ji dest didin, ji bo mezinan jî diyar dike ku temenê welatiyan di navbera 40 bo 50 salî de ye û sedema vê temenkurtiyê jî vedigerîne ser zêdebûna Nexweşî û kêmiya derman û çareseriyê.
Derbarê hejmara bijîşkan de; di serdema Şoreşa Îlonê de bi giştî hejmara xwendewaran di nav neteweya Kurd de ne zêde bû û yên ku bawernameya beşên bijîşkiyê hebûn hejmara wan gelek kêm bû û yên ku ji destpêkê ve peywendî bi şoreşê re kiribûn kêm bûn. Li gorî zanyariyan li herêmên azadkirî, tenê çar bijîşk hebûn kar ji bo şoreşê dikirin. Di nav wan de Doktor Mehmûd Osman ku gelek mijûlî berpirsiyarên siyasî bû û kêmtir di warê bijîşkiyê de kar dikir. Sê doktorên din jî Doktor Hîkmet Hekîm û Doktor Ehmed Şalî û Doktor Hesen bûn.
Doktor Hîkmet Hekîm ku Kurdekî mesîhî bû û di Sala 1964 temenê wî 38 sal bû û li zanîngeha Şamê derçûbû, pê çêtir bû wek bijîşk kar bike, ne ku girîngiyê bide karê kargêrî û siyasî. Doktor Hîkmet bijîşk û muqedem bû di artêşa Îraqê de di 10ê hezîrana 1963 wek hezaran Kurd ji aliyê besiyan ve hat girtin û nêzîk bû ku were sêdaredan. Komek Pêşmerge; bi êrîşkirina ser karwanê otomobîlên Îraqê, rizgar kirin ku girtiyan vediguhast. Ji wê rojê ve bi can û mal bi temamî xwe terxan kiriye ji bo şoreşê û jin û zarokên xwe li Hewlêrê bi cih hiştiye.
Ji ber ku hejmara bijîşkan di tiliyên destekî de derbas nedibû û li hemû Kurdistanê tenê yek pisporê neştergeriya giştî hebû, lewma bi neçarî cihê bijîşkan bi hemşîreyan tije dibû û hemşîre jî ji regezê nêr û regezê mê bûn ku heta payîza 1966 nêzîkî 40 kes bûn. Ji wê rêketê ve, yekeya xizmetguzariya bijîşkî dibistaneke hemşîretiyê vekir. 30 xwendekar piştî kursekî çir û pir ê sê mehî ku zêdetir kiryarî bû ne ku teorî, derçûn û bawername wergirtin. Van hemşîreyan bi sedema Barûdoxê klînîkên biçûk û dermanxane bi rê ve dibirin.
Demeke dirêj şoreş ji aliyê hejmara karmendên tenduristiyê ve bi vî awayî bû, lê paşê dehan welatiyan, zanîngeh û senter û nexweşxaneyên Bexdayê bi cih hiştin û peywendî bi şoreşê re kirin. Herwiha zêdetirî sê sed xwendekar di beşa bijîşkiyê de xwendina xwe bi cih hiştin û hatin rêzên şoreşê.
Bi sedema zêdebûna hejmara hemşîreyan ku di nav şoreşê de ew jî bi doktor navê wan dihat, her batalyoneke leşkerî ya şoreşa Kurdistanê dermanxaneyeke wê hebû û hemşîreyan ewqasê di şiyana wan de bû çareseriya Pêşmerge û welatiyên herêma di bin destê batalyonên xwe de dikirin. Herwiha dermanxane li navendên girîng jî hebûn. Salane du bo sê caran hemşîre diçûn baregeha desteya kargêrî ji bo wergirtina beşa xwe ya derman û feryaguzariyê, herçend ewên li herêmên dûr û dirêj bûn, rastewxwe ew barên bijîşkî ji wan re dihatin şandin.
Ewê peywendî bi asta xizmetguzariya tenduristiyê ve heye li herêmên di bin desthilata şoreşê de, kêmiya hejmara bijîşk û nexweşxane û destketina dermanan bi asteng û hebûna dorpêçê li ser herêmên azadkirî, hevkaran heta wêneya wê asta xizmetguzariyê di berçav de be ku pêşkêşî 20 hezar Pêşmerge û zêdetirî milyonêk welatiyan hatiye kirin.
Çavkaniya hatina derman û keresteyên bijîşkî ji çend rêyan ve bûye. Bi sedema başiya peywendiya di navbera şoreş û hikûmeta Îranê, hikûmeta Îranê ji aliyê tenduristiyê ve hevkariya şoreşê dikir û kêmek derman ji bo Dabînkirin dikir û beşek jî ji wan birîndarên birînên wan giran bûn, şandibûn Îranê û li wir hatibûn çareserkirin.
Herwiha şoreş ew birê pereyê kêm ê di destê wê de bû, beşekî ji bo kirîna dermanên gelek pêwîst terxan dikir û bi qaçaxî yan li Îraqê yan li Welatên cîran dihatin û Pêşmerge û welatiyên xwe pê çareser dikirin.
Çavkaniya sêyem a dermanên herêmên azadkirî, Xaça Sor a navdewletî bû. Di destpêka şoreşê de Xaça Sor bi behaneya wê yekê ku herêmên azadkirî beşek in ji Welatê Îraqê û divê her çi hevkariyek heye bi rêya Bexdayê bigihêje wan herêman, ji ber ku hikûmeta Îraqê qebûl nedikir, ti hevkariyeke Xaça Sor nedigehişt wan herêman. Piştî hewleke zêde ji aliyê serkirdatiya şoreşê, bi taybetî liqa Ewropayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û aşnabûna Xaça Sor bi wan nehametiyên zêdetirî milyonêk welatiyan bi destê xwe ve dinaliyan, nav-nav Xaça Sor a navdewletî amûrên bijîşkî û derman dişandin herêmên azadkirî û paşê ji aliyê saziya tenduristiya şoreşê li gorî pêwîstiyê ji bo nexweşxaneyan dihat şandin.
Şandina derman ji aliyê endamên rêxistinên nav bajêr, ewên di kerta tenduristiya Îraqê de kar dikirin û hêşta nehatibûn nav şoreşê, çavkaniya çarem a pêdiviyên bijîşkî bû ku digehiştin bin desthilata şoreşê.
Divê amaje bi wê bidin digel wê yekê saziya tenduristiyê li herêmên azadkirî ji çavkaniyên cuda derman pê digehişt, lê bi sedema kêmiya birê dermanên gihîştî û zêdebûna hejmara Pêşmerge û welatiyan, Barûdoxê tenduristiyê li herêmên di bin desthilata şoreşê de wekî pêwîst nebû.
Di navçeyên azadkirî yên şoreşê de sê nexweşxane hene: Ya yekem dikeve navçeya serbazî ya hêza Kawa ku ji aliyê doktor Hîkmet Hekîm ve tê birêvebirin. Ya duyem li Mawetê di navçeya serbazî ya hêza Xebat de ku ji aliyê doktor Ehmed Şalî ve tê birêvebirin. Ya sêyem li Nawpirdan navçeya serbazî ya hêza Balekê, ji aliyê doktor Hesen ve tê birêvebirin ku ereb e û xelkê bajarê Bexdayê ye.. Ev sazî ji ber biçûkiya qebareyê û nebûna amûrên modern, bi rastî nayên navkirin wekî nexweşxane. Herwiha nikarin nexweşiyan ji bo wan kesên ku bi giranî birîndar bûne bikin.
Îmanûel Brakêt bi vî awayî wesfê nexweşxaneya Nawpirdan dike: Nexweşxane xaniyekî qor e ku beşekî darên gûzê sîber li ser kiriye û bi zeviyên tutinê hatiye dorpêçkirin. Doktor Hesen bi xwe ji min re behs kir ku kişandina nîşana xaça sor yan heyva sor li ser banî metirsîdar e, ji ber ku em dike armanca firokeyên Bexdayê. Li nexweşxaneya Nawpirdan li pişt nexweşxaneyê, cihêkî taybet hatibû veqetandin ji bo pêşwazîkirina wan nexweşên ku nexweşiyên sivik hebûn û li wir çareserî werdigirtin. Di bin eywanekê de ku banê wê ax e û bi toreke hûr hatiye dorpêçkirin, cihêkî taybet ji bo çaverêkirina nexweşan hatiye amadekirin. Nexweş ji bo dîtina bijîşk bi rêz disekinîn. Jinan bi zarokên xwe yên sawa û lawaz ve di nav qerebalixî û bêserûberiya mezinan de bêzar bibûn. Hinek ji wan li ser erdê rûniştibûn, laşê wan ji ser heta lingên wan bi çarşefeke mezin a reş hatibû nixumandin, lê rûyê wan diyar bû.
Çavkanî:- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî gelî Kurd.
- Îmanûel Brakêt, Lenaw blêsê agirî Kurdan da, Elî Salih Pîranî, ji belavokên Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê-2025.
- Ismet Şerîf Wanlî, Komelê xwêndkaranî Kurd lenaw Ewropa, ji belavokên Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê-2025.





