Jînenîgarî

 Sadiq Hemze Rehman Sadiq, di sala 1953an de li taxa Sêtaqan a bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, berî ku peywendî bi Hêzên Pêşmerge bike, li bazara Hewlêrê mijûlî kasibiyê bûye, ji bo ku debara jiyana malbata xwe dabîn bike.

Xebatname

Şehîd Sadiq Hemze Rehman Sadiq, sala 1969an peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, di Hêza Deşta Hewlêrê de bûye Pêşmerge, piştî rêkeftina sala 1970yî û derketina daxuyaniya 11ê adarê, şehîd Sadiq vedigere nav bajarê Hewlêrê û mijûlî kasibiya xwe ya rojane bûye.

Sala 1974an piştî paşvekişandina rejîma Îraqê ji cîbicîkirina rêkeftina 11ê adarê, şehîd Sadiq careke din peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge dike û di Hêza Deşta Hewlêrê de dibe Pêşmerge.

Di rêkefta 4ê tîrmeha 1974an de li çiyayê Mendî li Dola Xoşnawetiyê bi sedema bordûmana firokeyên rejîma Beis bo ser sengerên Hêzên Pêşmerge şehîd dibe, ji aliyê hevsengerên xwe ve li heman çiyayê Mendî tê veşartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.