Jînenîgarî

Sabir Muhemmed Hesen Ehmed, sala 1934 li parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, bajarnişîn bûye û qonaxên xwendina seretayî û navendî li bajarê Helebceyê temam kiriye, wek polîs hatiye damezrandin û bûye polîsê (Laskerî) li qezaya Derbendîxanê, Sabir Muhemmed zewicî bûye û hevjîna wî navê wê Re'na Heme Reşîd bûye û xwediyê du kur û keçekê bûye bi navên Serdar, Salar û Şehla. Sala 1965 Şehîd bûne.

Xebatname

Şehîd Sabir Muhemmed, sala 1963 bûye Pêşmerge li cem Nesredîn Hewramî û Şehîd Heme Gulpeyî ku ser bi Hêzên Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûne.

Di 1ê tîrmeha 1965an de li pira Zelm kemînek ji bo karwanê serbazî yê ku ber bi bajarê Helebce û Hewramanê ve diçûn danîne, piştî şerekî giran ê çend demjimêran karîne zirêpoşekî dijmin têk bişkînin, lê ji ber zêdebûna hejmara zirêpoşan û bordûmana berdewam li ser wan, Sabir Muhemmed, Enayet Ehmed, Heme Gulpeyî û Heme Elî Ênaxî diçin ber zirêpoşên din û Şehîd bûne, herwiha zirêpoşan bi ser laşê wan de derbas bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.