Şehîd Rizgar Arif Ebdulla Fethulla nasraw bi Rizgare Sûr, sala 1966 li qezaya Seyîdsadiq ji dayik bûye, heta qonaxa navendî xwendiye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe awareyê welatê Îranê bûne û li bajarê Merîwanê niştecî bûne, Şehîd Rizgar birayekî wî bi navê Bextiyar Arif sala 1988an Şehîd bûye.
XebatnameŞehîd Rizgar Arif Ebdulla Fethulla, sala 1984 li beşa serbazî ya lijneya navçeya Sûrênê ser bi lqa çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, wê demê Mela Arifê bavê wî berpirsiyarê lijneya navçeyê bûye û Osman Çawreş Osman Belxeyî berpirsiyarê baskê serbazî yê lijneya navçeyê bûye, sala 1985 pileya serpelî wergirtiye, di 12ê sibata 1986an de polek Pêşmerge dabeşî nava gundê Çinarê yê deşta Şarezûrê dibin, gava artêşa Îraqê bi wê nûçeyê dizane, bi topxaneyên xwe bi çirî topbarana nava gundê dikin Rizgar Arif û çend gundnişînên gundê Şehîd dibin.
Çavkanî:Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





