Rizgar Nebî Resûl, di sala 1970'an de li gundê Hawdiyanê yê girêdayî qezaya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû. Heta qonaxa seretayî xwend û malbatdar bû.

 Di sala 1991'an de bi rêxistinên Partiyê re têkilî danî; di sala 1996'an de li artêşa Sîdekanê bû Pêşmerge. Beşdarî şerên parastina serweriya qanûnê li herêma Balekayetî û Sîdekanê bû. Di roja 21'ê Tebaxa sala 1996'an de di şerê navxweyî de li Çiyayê Bole li herêma Sîdekanê ji aliyê çekdarên YNKê ve şehîd bû.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.