Jînenîgarî

Reşad Xizr Elî di sala 1955an de li gundê Sîsawa ji dayik bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye, di destpêka temenê xwe yê ciwaniyê de pîşekar bûye. Di sala 1984an de navbirî keça apê xwe destnîşan dike, lê ji ber ku di sala 1985an de Şehîd dibe, nagihe wê bîne. Dayika Reşad bi navê Rewşen Teha bûye û koça dawî kiriye û xwediyê du birayan e bi navên Ebdulwahîd Xizr, Sebahe Xizr.

Xebatname

Di sala 1977an de peywendî bi rêxistinên navçeya Şwanê ya ser bi lîwaya (3-4) a Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, di wê demê de Kak Azad berpirsiyarê lîwayê dibe. Di sala 1978an de çek hildide û diçe devera Qeredaxê û peywendî bi lîwaya (3-4) dike, di salên (1978-1982) de beşdariya çalak di hemû destanên devera Qeredaxê de hebûye. Di sala 1981ê de li devera Şarbajêr bi dijwarî birîndar bûye.

Reşad Xizr di sala 1982an de tê veguhestin bo lîwaya duyem û dibe Pêşmergeyê mefrezeya lîwaya duyem, heman salê di hemû çalakiyên mefrezeya lîwayê de beşdar dibe, ji wan ên herî diyar ew çalakiyên girtina rebaya leşkerî ya Beis li taxa Badawa ya bajarê Hewlêrê ye ku tê de hemû serbazên wan bi dîl biribûn bo baregeha lîwayê li Dola Balîsanê, herwiha di heman salê de ligel neh Pêşmergeyên hevsengerên xwe bi mefrezeyê diçin qezaya Xebatê û sê îstîxbarat bi dîl dibin bo baregeha lîwayê li Dola Balîsanê. Di sala 1983an de tê kirin berpirsiyarê rêxistina Sefîn a ser bi navçeya Şeqlaweyê û heman salê di destana Qendîl û destana Qelatokan de beşdar dibe.

Di dîroka 12ê çiriya pêşîn a 1985an de bi plana îstîxbarata rejîma Beis tê kişandin bo kemîneke dijmin li sêriyana Herîr-Basirme ku bi tenê dibe û qehremanane rûbirû dibe û dikare çar serbazên (îstîxbarat) bikuje û sêyan jî birîndar bike, lê ji ber zêdebûna hejmara serbazan di dawiyê de Şehîd dibe, serbazên îstîxbaratê termê wî ligel xwe dibin û heta niha jî gorê wî nexuya ye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.