Remezan Îsa Şerîf nasnavê wî (Remezan Îsa) ye, sala 1935 li gundê Sêlkê, nahyeya Şêrwanê Mezin, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê welatê Îranê bûye û li kampa Zêwe niştecî bûye, paşê hatiye veguhestin bo Gonbed-e Kavus û Weramîn, sala 1978 welatê Îranê hiştiye û çûye welatê Almanya, sala 1998 vegeriyaye Kurdistanê û li Zaxo niştecî bûye.
Sala 1959 naîb zabit bûye di Artêşa Iraqê de, sala 1961 peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1962 piştî ku eşkere bûye, rêzên artêşê hiştiye û peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1963 li gel Mehmûd Kawanî bûye li Bêtwatê, paşê çûye Badînan û li baregeha hêza Badînan bûye.
Sala 1964 Remezan Îsa hatiye kirin cîgirê fermandeyê Hêza Zaxo ku Îsa Siwar fermandeyê wê bûye, sala 1965 hatiye veguhestin bo beşa parastina Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Sala 1970 piştî rêkeftina 11ê adarê, hatiye kirin pasewanê sînor li Zaxo, sala 1974 piştî destpêkirina şer ji aliyê Artêşa Iraqê ve li dijî gelê Kurd, beşdarî şerên devera Zaxo kiriye.
Sala 1998 vegeriyaye Kurdistanê û li Zaxo niştecî bûye û xebata xwe ya hizbî berdewam kiriye.
Di 13ê çiriya pêşîn a 1999an de di kongreya dozdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





