Jînenîgarî

Rehîm Mihemed Salih Elî ku nasraw bi Rehîm Banî Şarî ye, sala 1959 li gundê Banî Şarî ser bi nahiya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û serqalî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1984 Şehîd bûye.

Xebatname

Şehîd Rehîm di 2ê tebaxa 1977 bûye Pêşmerge di mefreza Osman Banî Şarî ser bi hêza Hewraman a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku Nadir Hewramî fermandeyê hêzê bûye.

Sala 1980 şêwaza pêkhateya serbazî ya hêza Hewraman guhertin tê de hatiye kirin û pileya fermandeyê kertê du ya ser bi batalyona heft a hêza Hewraman wergirtiye, herwiha Osman Banî Şarî bûye fermandeyê batalyona heft, du caran birîndar bûye di şerê Qelaxanî yê devera Hewraman sala 1981, şerê Ehmedawa perçeyê topê li çavê rastê daye di sala 1983.

Şehîd Rehîm Banî Şarî beşdarî dastana Sê Tepan sala 1981, şerê Qelaxanî yê sala 1981, şerê Darberûleyê ser bi parêzgeha Silêmaniyê, şerê Ehmedawa sala 1983, şerên bajarê Helebce û mefreza partîzaniya deşta Şarezûr kiriye.

Di 25ê nîsana 1984 Rehîm Banî Şarî û hevsengerekî bi navê Eynedîn xwestine biçin baregeha batalyonê ji bo encamdana civînê li çiyayê Hişkenawî yê pişta Ehmedawa, lê li milê Kanî Tû li devera Hewraman ketine kemîna serbazî ya rejîma Beis û rûbirûyê wan bûne, sereta Eynedîn Şehîd bûye û Rehîm Banî Şarî fîşek ber ranê çep û milê çepê ketiye û bi sextyî birîndar bûye, lê Rehîm Banî Şarî di rûbirûbûna hêza Beis de berdewam bûye heta piştî 20 xulek çend fîşekên din ber singê wî ketiye û Şehîd bûye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.