Rehman Mehmûdê Sûr, sala 1923an li gundê Dergelê yê ser bi nahiyeya Wertê li qezaya Rewandizê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, dema diçe Yekîtiya Sovyetê, du caran jiyana hevserî pêk aniye, hevjîna wî ya yekem navê wê Seadet û hevjîna wî ya duyem navê wê Raya bûye, Raya ji 12ê hezîrana 1963an heta 20ê kanûna pêşîna 1963an li gel çar zarokên xwe li Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê desteserkirin, bi tohmeta ku hevjînê wê hevalbendê Mistefa Barzanî û Pêşmerge bûye, hatiye girtin û paşê li taxa Seydawa niştecî bûye û di bin çavdêriyê de bûye, Rehman Mehmûdê Sûr vegeriyaye Rûsyayê û sala 1997an li Taşkendê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevalbendiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destpêbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Di dema hilgirsiya Şoreşa Eylûlê di sala 1961ê de beşdarî şoreşê bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Rêkarê Mizûrî, Jinen Ros û Ragwastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Menare - 2010).
- Zerard Silêman Beg Dergelêyî, Bîreweriyên min di salên 1943-1977an de, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2002).
- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajoqî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Necef Qulî Pesîyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).





