Jînenîgarî

Şehîd Qadir Hemedemîn Ebdulrehman Mela, di sala 1948an de li gundê Kanî Manga yê ser bi qezaya Pêncwênê ji dayik bûye, heya qonaxa seretayî xwendiye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî bûye, xêzandar bûye hevjîna wî navê wê Nerîs Ebdulrehman bûye, xwediyê kurek û sê keçan bûye bi navên Mihemed, Mesûme, Amîne û Fatime.  

Xebatname

Şehîd Qadir Hemeemîn, sala 1961an bûye Pêşmerge li cem Reîs Urefa Şerîf ku naskirî ye bi Şerîfê Mela ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê, sala 1963an Şerîfê Mela bûye fermandeyê batalyona 10ê ya ser bi Hêza Xebat bi fermandariya Ebdulwehab Etruşî.

Sala 1965an Qadir Hemeemîn û du hevsengerên wî bi molletekê çend rojî vedigerin bo mala xwe, lê di rê de li pişt nahiyeya Nalparêzê firokeya rejîmê bombebarana wan dike û Qadir Hemeemîn Şehîd bûye, hevsengerên wî laşê wî dibin gundê Kanî Manga û li wir bi axê dispêrin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.