Jînenîgarî

Li Pîro Çîço Ezîz sala 1922 li gundê Koyzê yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê bi Sexîbe Sexaeddîn re zewiciye û keçek bi navê (Zelmîr Pîro) sala 1955 anîne dinê, piştî vegera xwe ya ji Yekîtiya Sovyetê sala 1959 wekî karmend li kargeha şekir a Mûsilê hatiye tayînkirin, malbata xwe di dema Şoreşa Eylûlê bo gundê Koyzê veguhastiye, sala 1978 ji aliyê rejîma Beis ve bo komelgeha Behirkê hatiye koçberkirin, li taxa (Bistê Biyazê) ya Hewlêrê bi cih bûye, piştre wekî karmend li rêveberiya çandiniyê hatiye tayînkirin, sala 1991 penaberî Komara Îslamiya Îranê bûye, paşê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, sala 1996 ji ber şerê navxweyî malê xwe terikandiye û vegeriyane Behirkê, zimanên kurdî û rûsî dizanibû, di 15ê Mijdara 2016an de li Behirkê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Rûpelên têkoşînê

Tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bûye, di hemû şeran de beşdar bûye û du caran birîndar bûye. Di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana Dadgeha Serbazî ya Îraqê ya awarte hemû mal û milkên wî yên veguhêz û neveguhêz hatine desteserkirin, di 11ê Mijdara 1945an de piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan, bi Mistefa Barzanî û hevsengerên xwe re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye, piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê, di 31ê Adara 1946an de di nava hêza Barzan de parêzvanî li komarê kiriye û di şerên eniya Seqizê de beşdar bûye.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, di şerên Neqede û Şino yên li Rojhilatê Kurdistanê de beşdar bûye, ew di nava wan hevsengerên Pêşmerge de bûye ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) derbasî axa Bakurê Kurdistanê bûne û vegeriyane herêmên Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê bi hevsengerên xwe re hevdîtinek pêk aniye û ew li ser mayînê an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştine. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dane ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de hevrêtiya General Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kiriye, di şerên Qetûr û Pira Makûyê de beşdar bûye, piştî westaniyek mezin û zehmetiyên zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bûye, yê ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan a bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li bajarê Nexçivan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan di komelgehek vekirî ya bi têlên dirî dorpêçkirî de hatine girtin û leşkeran nobedariya wan dikir, ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve wekî dîlên şer bi wan re hatibû kirin, bi biryara hikûmeta Sovyetê piştre li herêmên Agdam, Laçîn, Eyûlax û Kelbajar ên Komara Azerbaycanê hatine belavkirin. Di 10ê Kanûna 1947an de bo kampên li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatine veguhastin, di 23ê heman mehê de cilên serbazî wergirtine, rojane heşt saetan di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de perwerdeya serbazî dîtine, di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê kurdî wergirtine.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov bi hevsengerên wî re, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê bo komelgeha Cerçok a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê veguhêze, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di Adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi rêya trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di çandiniyên Kolxozê de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û piştre para hikûmetê jê didan) xebitîn.

 Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa êş û azarên hevsengerên xwe kiribû, tavilê biryar da ku Komîsyona lêkolînê li ser rewşa hevsengerên Barzanî ava bike, biryara Komîsyona di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Frivskî bên komkirin, lewma di Mijdara 1951an de berê xwe da bajarê Frivskî yê Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, û vegera General Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959an de li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li gorî yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an, lêborîna giştî ew û hevsengerên wî girtin.

Sala 1958an Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, di 16ê Nîsana 1959an de bi hevsengerên xwe re bi keştiya Kroziya bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriyan Kurdistanê.

Çavkanî:

- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

- Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).

- Rêkarê Mizûrî, Jinen Rûs û Raguhastin û Enfal û Komelkujî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Minare - 2010z).

- Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk Zanîyarî Sîyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).

- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîyanî û Mubarzatî Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan Le Nêwan 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan Le Mehabadewe Bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

- Govarî Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15ê Nîsana 1959an.

- Le Yaddaştî Fermandey Şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 Roj Legel Barzanî Da Çûnî Barzanîyekan Bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Darulreşîd bo Weşanê - 1979m).

- Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jîyanî Keltûrî û Komelayetî Deverî Mizûrî Bala, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2020z).

- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî Xwênawîyewe Heta Lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrrînî Partî Demokratî Kurdistan - 1996z).

- Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.