Osman Şerîf Fethûla, sala 1963an li qezaya Pêncwênê ji dayik bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li Derbendê Dizlî niştecî bûye, piştî vegerê li qezaya Seyîdsadiqê ya deşta Şarezûrê niştecî bûye, li nav bazara Seyîdsadiqê xwediyê dikaneke şîrîniyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û navê hevjîna wî Dilsor Heme Emîn bûye û xwediyê du kur û du keçan bûye bi navên Mesûd, Şaxewan, Çiya, Şanaz, Şanaza keça wî di dema koçberiya sala 1991ê de li ser sînorê welatê Îranê ji sermayê req bûye û Şehîd bûne.
Sala 1978an li cem Umerê Hacî Tutmanî yê ser bi Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge û baregehên wan li Kanî Sêfê ya ser sînorê navbera Îran û Îraqê bûye, di heman demê de Osman Şerîf Fethûla li rêxistina Surênê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Derbendîxanê ya Lîqa Çarê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye kadro.
Beşdarî şerê Kanî Sêfê, şerê Ehmedawa, çalakiyên partîzaniyên deşta Şarezûrê, şerê Helebceyê, şerê Qeredaxê, şerê deşta Şarezûrê kiriye.
Sala 1980an di encama bombebarana firokeyên rejîma Beisê bo ser baregeha wan a demkî li gundê Siyamêweyê ya deşta Şarezûrê, Osman Şerîf Fethûla bi giranî birîndar bûye.
Beşdarî raperîna sala 1991ê kiriye, di azadkirina bajarê Helebceyê, qezaya Pêncwênê, deşta Şarezûrê, nahyeya Erebetê, qezaya Derbendîxanê, bajarê Silêmaniyê, bajarokê Zerayênê, bajarê Kelarê, bajarê Celewlayê, bajarê Kerkûkê beşdarî kiriye.
Di 21ê Adara 1991ê de di azadkirina bajarê Kerkûkê, li nêzîkî pira Xasê ya li nav dilê bajarê Kerkûkê fîşekên bîksî yên rejîma Beisê bi serê wî ketine û Şehîd bûne.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




