Şehîd Osman Mewlûd di sala 1943an de li gundê Berhûştrî yê ser bi nahyeya Behrke ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, ligel wê yekê di baregeha polîsê parêzgeha Hewlêrê polîs bûye, asta xwendewariya wî seretayî bûye. Osman Mewlûd xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Xecîce Xizr e û xwediyê çar kur û yek keç bûye bi navên Xelîl, Cemîl, Adil, Fazil û Necîbe.
XebatnameŞehîd Osman Mewlûd di sala 1961an de peywendî kiriye bi şaneya nihênî ya Erîf Osman û Erîf Elî, di sala 1962an de çek hildaye û bûye Pêşmerge di lqê Erîf Elî Mewlûd, ku ser bi betalyona Sefînî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di sala 1974an de li Derbendê Rayetê li Wertê di rûbirûbûna serbazên rejîma wê demê ya Îraqê birîndar bûye.
Di piştî neskoya Şoreşa Eylûlê Şehîd Osman Mewlûd awareyê welatê Îranê bûye û piştî maweyekî kêm vegeriyaye xaka Kurdistanê, di sala 1976an de ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve dûrxistine bo qezaya Museyib li parêzgeha Babîl, piştî mayîna yek mehê li wê qezayê guhê wî li çend peyvên neşirîn bûye derbarê Kurd û serkirdatiya Şoreşa Kurdî di çend polîsên wê qezayê de lewma biryar daye ku rûbirûyê wan bibe, di encama rûbirûbûnê de û piştî kuştina sê polîsan Osman Mewlûd ji aliyê polîsên din ve Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîfa desteya Ensîklopediya Partî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





