Şehîd Osman Ehmed Heynî, sala 1948an li gundê Pîrbenînan a li devera Xwakurkê ya ser bi qezaya Sîdekanê ya îdareya serbixwe ya niha ya Soranê ji dayik bûye, xwendewarî nebûye, xêzandar bûye. Sala 1997an şehîd hatiye kirin.
Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê, peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1995an di artêşa Sîdekanê de bûye Pêşmerge, di şerên devera Sîdekanê de beşdarî kiriye, di roja 13ê Îlona 1977an de di şerê bergirîkirin li serweriya yasayê de li gundê Nizarî ya li devera Deştehêrtî ya qezaya Sîdekanê bi destê çekdarên PKKê Şehîd hatiye kirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




