Numan Heme Ehmed di sala 1970î de li gundê Kanîskan a ser bi navçeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê ji dayik bû. Di sala 1978an de dema ku xwendekarê qonaxa navîn bû, bo komelgeha Şanêrî ya bi zorê hat koçberkirin.

Di sala 1983an de bi rêxistinên Komîsyona herêmî ya Derbendîxanê ya ser bi Şaxa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve hat girêdan. Di sala 1984an de çek hilda û di nava refên Pêşmergeyên hêzên Sûrên de li Komîsyona herêmî ya Derbendîxanê di nava Şaxa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de cih girt.

Beşdarî şerê gundê Rîşîn, şerê Qeredax, şerê Ehmed Awa, şerê Mele Qonere, şerê çiyayê Newê, çalakiyên şerê çeteyî li deşta Şarezûrê bû.

Di sala 1987an de ligel hevsengerê xwe Pêşmerge Mihemed Heme Newêyî, ji ber ketina di kemîna hêzeke Yekîtiya Niştimanî de li paşiya Wele Simet a çiyayê Newê bi giranî birîndar bûn. Herwiha di sala 1988an de ligel hejmarek ji hevsengerên xwe yên Pêşmerge li çiyayê Qeredax rastî çekên kîmyayî hatin. 

Di sala 1988an de piştî vegerê ji çalakiyeke şerê çeteyî, nêzîkî Seyîd Sadiq di dema ketina di kemîneke leşkerî de ku ji aliyê îstixbarata Erebet ve hatibû danîn, hat girtin. Ji dema girtina wî ve ti agahî derbarê wî de nînin, lewma tê hesibandin Numan Heme Ehmed Bawîs ji Şehîdên gorên wan ne diyar e.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.