Jînenîgarî

Nezmî Siwar Îsmaîl Hesen Di sala 1968an de li gundê Sêlkê yê ser bi navçeya Mizûrî Bala ji dayik bûye, xwendekarê qonaxa navendî bûye, di sala 1975an de ligel malbata xwe awareyî welatê Îranê dibin, dayika wî navê wê Hîcret Seyîd Mihemed e û birayên wî Hesen, Tehsîn û xwişkên wî bi navên Behar, Meyan, Jiyane, di sala 1985an de Şehîd bûne.

Xebatname

Nezmî Siwar Îsmaîl Hesen di sala 1975an de ligel malbata xwe awareyî welatê Îranê dibin û demekê di awareyiyê de peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, di Şoreşa Gulanê di sala 1983an de peywendî bi Seîd Xelîl Xoşewî dike û dibe Pêşmerge, di rêkefta 18ê çiriya pêşîn a 1985an de li navçeya Lolana nêzîkî Sîdekanê di encama topbarana rejîma Beis bo ser sengerên Pêşmerge Şehîd dibe û du hevsengerên din bi navên Desko Ezîz Sêlkî, Ebdullah Umer Sêlkî birîndar dibin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.