Nûrî Enwer di sala 1950î de li gundê Plingeyê yê ser bi Şeqlaweyê ji dayik bûye, xwendekarê qonaxa amadeyî bûye, bi malbatî mijûlî karê cotyarî bûne, Esme Mecîd hevjîna navbirî bûye û du kurên wan hebûne bi navên Yasîn û Tehsîn.
XebatnameDi sala 1964an de peywendiya tenzîmî bi Hêza Sefîn re çêkiriye ku Resûl Feqê fermandeyê hêzê bûye, di sala 1966an de dibe Pêşmerge û peywendî bi Hêza Sefîn re dike, bi sedema xwendewarî û jêhatîbûna di karên serbazî de li baregeha Hêza Sefîn pileya serleq werdigire, di wan çend salên ku Pêşmerge bûye, beşdarî sercem dastan û qehremaniyên wê bûye û bûye cihê bawerî û piştrastiya baregeha Barzanî.
Di sala 1973an de bi fermana Serok Mistefa Barzanî ji bo karekî taybet diçe bajarê Bexdayê, di dema vegerê de, emniya Hewlêrê wî digirin û di rêya çûna wan a bo dayreya emnê de, di nav seyareyê de tifinga yek ji serbazan dikişîne û her çar serbazan çêk dike û tifingê jî bi xwe re tîne baregeha Barzanî.
Bi sedema destrojîtiya desthilata bavê xwe û hebûna pêgeha civakî li devera xwe, dibin alîkarekî baş ji bo dabînkirina fîşek û xwarinê ji bo Pêşmerge di dastana Derbendê Korê de, bi vê sedemê fermana fermandeyê betalyonê jê re derdikeve, lê berî ku dest bi kar bibe Şehîd dibe. Di sala 1974an de bi polek Pêşmerge re dema dixwestin vegerin welatê Îranê, li rêya navbera Qesrê-Xaneqa dikevin ber bordûmana firokeyên dijmin û Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





