Şehîd Nûrî Îsmaîl Silêman Ergoşî Mizûrî, sala 1970yî li gundê Ergoş nahyeya Şêrwanê Mezin qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1978an ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tên veguhastin û li komelgeha zorê ya Herîrê tên niştecihkirin. Heta qonaxa navendî li bajarokê Herîrê xwendiye.
Sala 1982an peywendî bi rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di şaneya sereke ya Agirîn a ser bi lijneya navçeya Şeqlaweyê bûye endam û navê wî yê nihênî Cengîn bûye. Sala 1987an li bazgeha Geliyê Elî Beg a ser bi rejîma Beis bo dema 15 rojan tê girtin û li girtîgeha Xelîfanê tê ragirtin.
Sala 1988an piştî serdanîkirina Liqa Du ya Partiyê li Xurwatan û Bawiyan bi nihênî, di dema vegera xwe de li Dola Balîsanê ji aliyê hêzeke taybet a Artêşa Îraqê ve tê girtin û piştre şehîd tê kirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





