Jînenîgarî

Şehîd Murad Mihemed Emîn Fettah yê naskirî bi Murad Qedşî, di sala 1951ê de li komelgeha Qedşê ji malbateke kurdperwer hatiye ser dinyayê, xwendina xwe ya seretayî li Qedşê bi dawî tîne, piştî azadkirina malbata şehîd ji aliyê rejîma Beis ve ligel malbata xwe koçberî Kurdistana Tirkiyeyê dibin, di şeva 6 li ser 7ê meha cotmehê ya sala 1995an de şehîd dibe.

Xebatname

Şehîd Murad Mihemed Emîn Fettah yê naskirî bi Murad Qedşî, di sala 1974an de dibe pêşmerge ligel hêza Xazî Hacî Meloyî û berdewam bûye heta sala 1975an, di sala 1975an de dest bi karê نهێنی (veşartî) kiriye ligel rêxistina şehîda ciwanemerg Leyla Qasim û piştî ku tora wan eşkere dibe di sala 1986an de peywendî bi rêzên Pêşmerge dike, ji ber vê yekê hevjîn û zarok û birayên wî ji aliyê rejîmê ve tên girtin, piştî neskuya Şoreşa Eylûlê, serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi biryara Mistefa Barzanî (Qiyade Muweqet) damezrand û banga gelê Kurdistanê kir ji bo destpêkirina Şoreşa Gulanê, şehîdê fermandeyî Murad Qedşî beşdarî di vê şoreşê de kir.

Di sala 1984an de dibe berpirsiyarê rêxistina Çwarçira ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Amêdiyê ve, şehîdê fermandeyî di Enfalên reş de bi mal û xêzan ve dikeve destê rejîmê û tên şandin bo kampa Behirkeyê.

Şehîd beşdarî di serhildana sala 1991ê de kiriye, piştî leşkerê hevbeş Lîwaya 43 tê damezrandin pileya Serleq pê tê dayîn û piştî têkçûna wî leşkerî, Leşkerê Taybet ê Duyem tê damezrandin û şehîd Murad di nava Leşkerê Taybet ê Duyem de dibe efserê herekatê.  

Şehîd di gelek şeran de beşdar bûye mîna şerê Bamernê, dostana Kanî Masê, dostana Dêrelokê, firokexaneya Bamernê, girtina fewca Birka Hênê û Koxêt Bercî û şerê Eredna û Hemzîkê û devera Akrê û çendîn şerên din, di şeva 6 li ser 7ê meha cotmehê ya sala 1995an di şerekî mezin de ligel çekdarên PKKê şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.