Şehîd Muhyedîn Mistefa Salih, di sala 1923an de li gundê Kawlebasî yê ser bi bajarokê Sîdekan li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û kesayetiyekî navdar ê navçeyê bûye, zewicî bûye.
Di sala 1962an de peywendî bi Şoreşa Eylûlê re dike û dibe Pêşmerge. Di sala 1971ê de bi fermana Mistefa Barzanî tê kirin amirê batalyonê ser bi baregeha Barzanî û di bin çavdêriya Îdrîs Barzanî de dibe û beşdarî piraniya şerên devera Sîdekan û Soranê bûye. Paşê hatiye kirin fermandeyê batalyonê di Hêzên Pêşmerge yên Barzan de. Di sala 1982an de gava bi serdanekê ji Îranê vedigere gundê xwe ku wê demê navçeya azadkirî ya şoreşê bûye, hejmarek kirêgirtiyên rejîma Îraqê êrîşî mala wî dikin û agir berdidinê û di rûbirûbûneke dijwar de navborî Şehîd bûne.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




