Jînenîgarî

Muhsîn Îbrahîm Mihemed Elî, di sala 1937an de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa navendî bûye û beşdarî xûla mamostayan kiriye û bûye mamosta li nahiyeya Herîrê. Birayekî wî bi navê Azad Îbrahîm di sala 1983an de li emniya giştî ya Bexdayê hatiye darvekirin û Şehîd bûye, navê dayika Muhsîn Îbrahîm Buhar Mihemed e û hevjîna wî Ferîde Ehmed e û keça wî navê wê Mujde ye.

Xebatname

Muhsîn Îbrahîm di sala 1962an de bûye Pêşmerge li cem Elî Şeban fermandeyê batalyona Bêtwate ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di sala 1963an de di rûbirûbûna li gel serbazên rejîmê de li Dola Xelekanê ser bi qezaya Dûkanê, fîşek ber dikeve û Şehîd dibe, hevsengerên wî li heman Dola Xelekanê ew spartine axê.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.