Şehîd Muhemmed Tahir Nebî Şahîn di sala 1953an de li gundê Soriya ser bi qezaya Sîdekan parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, karê cotyariyê kiriye.

Sala 1991 piştî raperîna xelkê li Başûrê Kurdistanê peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, sala 1996 bûye Pêşmerge li Artêşa Sîdekan, di hemû şerên parastina serweriya yasayê de li devera Sîdekan beşdarî kiriye, di roja 18ê hezîran sala 1998an de, li çiyayê Seqer li devera Sîdekan di şerê parastina serweriya yasayê de bi destê çekdarên PKKê Şehîd bûne.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.