Muhemmed Necîb Muhemmed di sala 1912an de li gundê Maî ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye.
XebatnameDi sala 1942an de fermandar bûye li Bilê, endamê Partiya Hîwa bûye, sala 1943an û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan alîkariya Mela Mistefa Barzanî kiriye di şandina nexşeya serbazgeha Bilê û hemû zanîyariyan li ser serbazgehê bi rêya Mela Elî bo Mela Mistefa Barzanî û piştî şer dest pê kir û bû sedema hilgirsa Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye, herwiha dengûbasên şeran jî nivîsiye, sala 1945an û piştî nesko ya şoreşê, hevsengê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê seretayê sala 1946an, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û bi sedema ku zimanê tirkî zanîbû ligel hêza Azerbaycanê hatiye danîn, û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946an, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandariya jenerel Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaxê ya sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşker de li navçeya hoza Mizûrî cîgir bûye.
Di rêkefta 6ê gulana sala 1947an û piştî biryara dîrokî ya jenerel Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi xwe radest nekirin bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdetiya jenerel Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îran û piştî serketina wan di şerê benavûdengê deşta Şût û derbaskirina wan di pirê Qizildaxê ya Makoyê, serencam di rêkefta 18ê hezîranê hevsengê cangoriyên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.
Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê sovêtiyan ve ligel tevahiya cangoriyên Barzanî wek dîlê şer veguhastine bo bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê. Piştî wêya Moskow biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jenerel Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, ligel tevahiya cangoriyên Barzanî veguhastine bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li nêzî Bakûyê paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên azerbaycaniyan ve xistine ber meşqa çir ya serbazî û her li wir jî dersên fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve pê gotine.
Piştî têkçûna peywendiyên di navbera jenerel Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxirabî û dudiliya Baqirov beramber Barzaniyan, ligel tevahiya cangoriyên Barzanî di rêkefta 29ê tebaxa 1948an ji Komara Azerbaycanê ve veguhastine bo komelgeha Çirçûkê ya Komara Ozbekistanê û li wir jî bo cara duyem bi şêweyeke demkî xistine ber meşqa serbazî.
Di meha adara sala 1949an piştî pilangêriyên Baqirov û Bêriyayê yarîdederê Stalîn, cangoriyên Barzanî ji hev cuda kirin û bi şemendefêr kom kom bi ser gund û kêlgehên kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de belav kirin û bo peydakirina bijêviya jiyana wan hevsengê dîlên almaniyan xistine ber suxre û karê zehmetê rojane.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn name ji aliyê jenerel Mistefa Barzanî ve bo koşka Krîmlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyeke Barzanî gihîştine destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolîna li ser barûdoxa Barzaniyan û serencam bo careke din û sala 1951an tevahiya Barzaniyan ji hev kom kirin û li bajarê Vrêvskî li ser deryaya Reş li Başûrê Rûsyaya îro niştecê kirin.
Piştî 11 sal man li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rejîma paşayetî li Îraqê rûxa û sîstema birêvebirina welat bo komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqê girtin dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegera Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê vebû û di rêkefta 16ê nîsana 1959an ligel tevahiya cangoriyên Barzanî bi siwarê keştiya Gurziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Çavkanî:1-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2-Zerard Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min li salên 1943-1977, çapxaneya Rehend- Silêmanî, 2002, l145, 160, 187, 193.
3-Govara Metîn, hejmar 18, adara 1993, hevpeyvînek ligel hevalekî doza....., l6-12.
4-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam- çapxaneya Xebat- 1996z), l16, 34.


