Muhemmed Mistefa Hesen Heyder, sala 1933 li gundê Hemey Mirwarî yê ser bi nahyeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Muhemmed Mistefa zewicî bûye û hevjîna wî navê wê Sefiye Rehman e û xwediyê kurek û sê keçan e bi navên Umer, Selma, Fatime û Rehme. Sala 1964 Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Muhemmed Mistefa, sala 1963 bûye Pêşmerge li lîqa Cemal Namîq, ser bi batalyona Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li lîqa Cemal Namîq beşdarî di çend çalakiyên partîzanî de kiriye, wek çalakîya rêya Erebet, çalakîya karebayê Seyîdsadiq, çalakîya rêya Qirge.
Di 5ê çiriya pêşîn a 1964an de Muhemmed Mistefa û desteyek hevsengerên xwe li ser rêya di navbera Silêmanî-Qirge de kemînek ji bo karwanekî serbazî yê rejîma wê demê ya Îraqê danîne, di encama wê rûbirûbûnê de Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





