Muhemmed Mîrza Yûnis Sindî li sala 1957ê li bajarê Zaxo ser bi parêzgeha Mûsilê ya wê demê (Duhoka vê gavê) hatiye dinyayê, li ser destê bavê xwe serkirde )Mîrza Yûnis Sofî( fêrî kurdayetî û nîştimanperweriyê li ser rêbaza pîroz a Barzan bûye, ji ber ku Mîrza Yûnis yek ji kadroyên diyarên Partî bûye li ser helwestên xwe yên nîştimanî çendîn caran li ser destê rejîmên dagîrkerên Kurdistanê hatiye zindan û eşkencekirin. Her ji destpêka lawîniya xwe şehîd Muhemmed Mîrza li gel bavê xwe beşdarî di komcivîn û erkên partîtî de kiriye, hêşta xwendekar li qonaxa navendî bû dest bi xebata xwe ya şoreşgerî kiriye di nav rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê.
Li sala 1980yî xwendina xwe li amadehiya çandiniyê li Zaxo bidawî aniye û yekser peywendî bi rêzên Şoreşa Gulanê (1976-1991) dike, wek kadro li Lîjneya Navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê dest bi kar dibe. Paşê li sala 1982an wek kadroyekî siyasî li gel rêkxistina (Eyn Zale) bi serperiştiya Muhema Qasim dest bi kar dibe, ji ber rola wî ya karîger piştî maweyekê li sala 1983an dibe cîgirê rêkxistina (Dilbirîn) bi serperiştiya Muhemmed Mîrza Mîrza Sindî û di çendîn warên girêdayî bi karê rêkxistinê ve li sînorê Lîjneya Navçeya Zaxo ya Partî kar kiriye. Roleke berçav hebû di şandin û gihandina posteyên rêkxistinên نهێنی yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li sînorê devera Zaxo, ji ber ku yek ji Pêşmergeyên نهێنی parêz bû wek berpirsê (Qelemê نهێنی) yê lîjneyê hat destnîşankirin, her çend di vî mawê de wek kadroyekî siyasî erka xwe ya şoreşgerî dikir, lê her demê hest bi çalakiyeke Pêşmerge kiriba yekser beşdarî dikir. Rejîma Be's berdewam guvaşên cuda cuda li ser malbata şehîd Muhemmed Mîrza dikirin, ji bo wê çendê da ku dest ji xebata xwe ya şoreşgerî berde, wek girtina kes û karên şehîd û eşkencekirina wan bi dirindetirîn şêwe û herweha dest bi ser hemû milk û malê wan de girt, lê van kiryaran karîgeriya neyînî li ser helwesta şehîd nekir belkî berevajî rûdîtir bû li ser helwesta xwe ya neteweyî.
Piştî ku rejîma Be's dest bi proseya Enfalê kir li 1988an derbiderî Bakurê Kurdistanê bûye li kampa Diyarbekir akincî bûye, dayika şehîd bi navê )Xedîce Yûsif( ji ber topbarana rejîma Be's li Çiyayê Heft Tenînê ji ber sexty û dijwariya birîna wê şehîd dibe û li kampa Diyarbekir tê veşartin. Paşê li serhildana sala 1991ê yekser li gel hejmareke hevalên xwe yên Pêşmerge vedigere Kurdistanê û dîsan dest bi xebata xwe dike mîna karê siyasî û serbazî û emnî. Piştî êrîşên terorîstî yên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê, yekser şehîd Muhemmed Mîrza gihîşte sengerên berevaniyê ji Herêma Kurdistanê û bi hemû şiyanên xwe ve berevanî ji axa Kurdistanê kir. Şehîd Muhemmed Mîrza ne bi tenê Pêşmerge û kadroyekî pêşkeftî yê Partî bûye belkî hunerdost û hozanvan jî bûye. Bi mixabiniyê ve li şeva yekşemiyê 23ê hezîrana 2023an bi kiryareke terorîstî Muhemmed Mîrza Sofî tê şehîd kirin û ji ber xizmet û mandîbûna wî, xebera şehîdbûna wî karvedaneke mezin li ser asta cîhanê û Kurdistanê çêbû û hejmareke zêde ya raportên navdewletî amaje bi rûdana şehîdbûna wî kirin.
Çavkanî:([1]) United States Department of State Bureau of Democracy, Human Rights, and Labor “Iraq 2023 Human Rights Report” p3-4. https://iq.usembassy.gov/wp-content/uploads/sites/103/2024/04/IRAQ-2023-HUMAN-RIGHTS-REPORT.pdf
2- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





