Xebatname

Sala 1967an gava diçe qonaxa amadehiyê peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dike û dibe endamê lîjneya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, di heman demê de beşdarî çalakiyên rêxistinî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nava bajarê Hewlêrê kiriye.

Jînenîgarî

Di sala 1968an de di çalakiyeke berdem Kelata bajarê Hewlêrê de eşkere bûye û lewra bi neçarî nav bajar cî hiştiye û bûye Pêşmerge di lîqa Nadir Mistefa de ku ser bi Hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, ku wê demê Faris Bawe Fermandeyê hêzê bûye û baregehên wan li Susê bûye.

Di sala 1969an de li Şikefta Seqa di rûbirûbûna bi serbazên rejîma Beis de Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.