Şehîd Muhemmed Ewel naskirî bi (Hemeyê Ewel), di sala 1945an de li gundê Serayê Subhan Axa yê deşta Şarezûrê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, rûniştvanê gundê Tepe Reşê yê nêzîkî Seyîdsadiq bûye û mijûlî karê bazirganiyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye û xwediyê du keç û kurekî bûye. 

Di sala 1961ê de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di pela Hemeyê Nerîman de ya ser bi lîwaya Şehîd Kemal Selîm a ser bi batalyona 10ê ya Pêncwênê ya Hêza Xebatê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Di 1ê kanûna pêşîn a 1961ê de beşdarî şerê di navbera Şanederî û Pêncwênê de bûye û di navbera 1ê kanûna pêşîn a 1961ê heta 30ê kanûna pêşîn a 1961ê de beşdarî şerên deşta Şarezûrê, şerên devera Hewramanê, şerên derdora Pêncwênê û çiyayê Kurremêw, Tazedê, Gulî Taze, Kanî Sêweyê Sorên, çiyayê Xirnok, Siyamêwe, Jomerêsî, Banî Binok, Gercîne, Çinare û di 25ê kanûna pêşîn a 1966an de şerê berevanîkirinê li hember êrîşa leşkerî ya wê demê ya Iraqê bo ser çiyayê Sorên û devera Pêncwênê kiriye.

Di sala 1974an de pileya serpelî di lîwaya Ehmed Çeqjî de wergirtiye, ku lîwaya çarem a ser bi batalyona Bemoyê bûye bi fermandariya Heme Sûr Huseyn a ser bi Hêza Xebatê. Piştî demekê Hemeyê Ewel wek serpel hatiye veguhestin bo lîwaya pêncem bi fermandariya Erîf Mehmûd Siyagwêzî ya ser bi batalyona Pêncwênê bi fermandariya Nûrî Heme Elî ya ser bi Hêza Xebatê. 

Di 3yê nîsana 1974an de serbazên rejîma wê demê ya Iraqê êrîşeke berfireh kirine ser sengerên Hêzên Pêşmerge li çiyayên derdora Derbendîxanê, destpêka êrîşa rejîmê bi topbarana dijwar dest pê kiriye û lîwaya Erîf Mehmûd Siyagwêzî bi dijwarî ketiye ber topbaranê û di encamê de Rehîm Maço û Hesen Pîroz Keltekeyî Şehîd bûne û Hemeyê Ewel, Erîf Mehmûd, Ebdullah Gûrcî, Ebdulrehman Ebdullah, Cemal Muhemmed Ebdullah bi dijwarî birîndar bûne, her pênc birîndar ji aliyê fermandeyê batalyonê ve bo nexweşxaneya bajarê Merîwanê li welatê Îranê hatine veguhestin, lê Hemeyê Ewel û Cemal Muhemmed Ebdullah ji ber dijwariya birînên xwe ji nexweşxaneya Merîwanê bo nexweşxaneya bajarê Sineyê hatine veguhestin û di 11ê nîsana 1974an de piştî heşt rojan mayîna li nexweşxaneyê, Hemeyê Ewel ji ber dijwariya birîna xwe Şehîd bûne. 

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.