Hemed Ebas Hemed Kurizke di sala 1949an de li gundê Zerweyê yê ser bi qezaya navendî ya Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye. Muhemmed Ebas xêzandar bûye û navê hevjîna wî Sirûr Rustem e û xwediyê yek kur û sê keçan e bi navên Yasîn, Xanê, Xoxê û Qemernas.
XebatnameŞehîd Muhemmed Ebas di sala 1968an de bûye Pêşmerge di batalyona duyem a Hêza Balekê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de Mistefa Nêrweyî fermandeyê batalyonê bûye.
Di sala 1974an de ji aliyê firokeyên rejîma wê demê ya Îraqê ve sengerên Pêşmerge û pira Gelale bi napalmê hatine bordûmankirin û Muhemmed Ebas û du hevsengerên wî şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





