Jînenîgarî

Muhemmed Çîço Emîn sala 1928an li gundê Pêndro ser bi qezaya Mêrgesorê ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye dinê, piştî hilgirsa şoreşa yekem a Barzan li Başûrê Kurdistanê di sala (1931- 1932) de di temenê sê saliyê de awarey Tirkiyeyê bûye. Sala 1943an û piştî vegeriyana Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan, peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1947an li gel jenerel Mistefa Barzanî çûye Yekîtiya Sovyetê û li zanîngeha Taşqendê bawernameya dîplom di dîrokê de wergirtiye, ku vegeriyaye wek mamosta hatiye damezrandin.

Xebatname

Sala 1945an piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), hevsanî cangorî û malbatên Barzaniyan awarey Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê seretayê sala 1946an, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946an de, hevsanî leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandeyiya jenerel Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaxê ya sêgoşeya sînorê Îran, Îraq û Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerî de li navçeya hoza Mizûrîyê cî girtiye.

Di rêkefta 6ê gulana sala 1947an û piştî biryara dîrokî ya jenerel Mistefa Barzanî di civîna Ergûşê de, bi xwe radest nekirinê (xwe bi destê Îraqê ve nedan) bi hikûmeta Îraqê û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê, hevsanî leşkerê şoreşgerê Barzan bi zêdetir ji pêncsed cangoriyan û bi serkirdetiya jenerel Mistefa Barzanî biryara çûnê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nava sexty û sirûşta rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îran û piştî serkeftina wan di şerê binavûdengê Şût û derbaskirina wan di pirda Qizildaxê ya Mako, serencam di rêkefta 18ê hezîranê hevsanî cangoriyên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.

Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve li gel tevahiya cangoriyên Barzanî hatiye veguhestin bo bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê û wek dîlê şer di serbazgeheke serawala ya telbendkirî de hatiye hiştin. Piştî wê ku Moskow biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jenerel Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, li gel tevahiya cangoriyên Barzanî hatiye veguhestin bo serbazgeheke ser deryaya Xezerê li nêzîk Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên Azerbaycanî ve hatiye xistin ber meşqa çir a serbazî û her li wir dersa fêrbûna nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî jî ji aliyê efserên Kurd ve pê hatiye gotin.

Piştî têkçûna peywendiyên navbera jenerel Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxirabî û dudiliya Baqirov beramber Barzaniyan, li gel tevahiya cangoriyên Barzanî di rêkefta 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê hatiye veguhestin bo komelgeha Çirçûkê ya Komara Ozbekistanê û li wir jî bo cara duyem bi şêweyeke demkî hatiye xistin ber meşqa serbazî.

Di meha adara sala 1949an piştî plan-gêriyên Baqirov û Bêriya yê alîkarê Stalîn, cangoriyên Barzanî ji hev cuda bûn û bi şemendefer kom kom bi ser gund û kîlgehên Kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê de hatin belavkirin û bo peydakirina bژیوى jiyana xwe hevsanî dîlên Almanî hatin xistin ber suxre û karê sexty yê rojane.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Mistefa Barzanî ve bo Koşka Krîmlîn û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, serencam nameyeke Barzanî gihîşte destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar di çêkirina lijneyekê de hat dayîn bo lêkolînkirina barûdoxê Barzaniyan û serencam bo careke din û sala 1951ê tevahiya Barzanî ji hev kom bûn û li bajarê Vrêvskî ser deryaya Reş li Başûrê Rûsyaya îro niştecî bûn.

Piştî 11 sal mayîn li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an sîstema hikûmî ya paşayetî li Îraqê rûxiya û sîstema komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim desthilata Îraqê girt dest, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegeriyana Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê vebû û di rêkefta 16ê nîsana 1959an de li gel tevahiya cangoriyên Barzanî bi siwarê keştiya Grûziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Sala 1961ê û piştî têkçûna peywendiyên navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û lîbûna hikûmetê ji wan sozên bi Kurdî dabû, şoreşa neteweya Kurd hilgirsaye û Muhemmed Çîço Emîn peywendî bi rêzên şoreşê kiriye, beşdarî zorbeya şeran bûye wek şerê çiyayê Metîn, Pîrs, Mangêşk û Dola Nehlê, di şoreşê de jî mamosta bûye yanê hem Pêşmerge û hem jî mamosta bûye, di sala 1975an awarey Îranê bûye piştî çend mehan vegeriyaye Kurdistanê, di sala 1978an hatiye raguhastin bo komelgeha Behrkê. Piştî destpêkirina şoreşê di Gulanê 1976an careke din peywendî bi rêzên şoreşê kiriye. Beşdarî raperîna 1991ê bûye, di sala 2010an di Kongreya 13an de madalyaya Barzanî pê hatiye bexşîn. Di 16ê meha sibata 2011an de koça dawî kiriye.

Çavkanî:

1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 24, 31 kanûna yekem 1999, Muhemmed Çîço Pêndroyî, rêkxistina dîmane Miqdad Şaswarî, r19-20.

2-Govara Peyama Eylûlê, hejmar 25, çiriya pêşîn 2012, Muhemmed Çîço Emîn mamostayekê perwerdekar û Pêşmergeyekê şoreşger û xebatkar, r72 û 73.

3-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), r16, 33.

4-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.