Şehîd Mistefa Salih nasnavê wî (Mistefayê Helaw), sala 1952 li gundê Yaxiyanî yê ser bi nahyeya Bingird a qezaya Dûkan a parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye. 

Şehîd Mistefa Salih (Mistefayê Helaw), sala 1977 peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û di batalyona Hacî Feqê Îsmaîl de ku ser bi hêza Rizgariya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, bûye Pêşmerge, wê demê Kemal Kerkûkî berpirsiyarê beşa siyasî ya batalyonê bûye. 

Sala 1977 Mistefayê Helaw û hevsengerên wî li Dola Qaqirijê ya di navbera gundê Çalaw û Sergelû de rûbirûyê serbazên Artêşa Iraqê bûne û di encamê de Mistefa Şehîd bûne û birayekî wî bi navê Mihemed Salih bi dijwarî birîndar bûye, hevsengerên wî termê Mistefa veguhastine nahyeya Sûrdaş û li wir spartine axê.  

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.