Şehîd Mistefa Resûl Mehmûd Îsmaîl di sala 1951an de li gundê Meran a ser bi qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariya gund bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê yek keçê bûye.
Sala 1969an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û di mefreza Necmedîn Goronî ya ser bi Hêza Balek a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge. Sala 1974an tê veguhastin bo Leqa du ya betalyona çar a Hêza Balek, ku di wê demê de Mecîd Beg Serleqê wî bûye û Îzet Silêman Beg fermandeyê betalyonê bûye. Di sala 1974an de beşdarî di şerên Çiyayê Korêk, Gerûyê Umer Axa, Çiyayê Henderîn heta gundê Bersirîn kiriye.
Di 15ê Sibata 1974an de piştî têkşikandina êrîşa leşkerî ya rejîma wê demê ya Îraqê bo ser sengerê bergiriyê yê Hêzên Pêşmerge li gundê Bersirîn a devera Balekayetî, firokeyên rejîmê bi dijwarî bombebarana sengerê Pêşmerge kirine û Mistefa Resûl şehîd bûne û ji aliyê hevsengerên wî ve termê wî hatiye veguhastin bo gundê Meran û li wir bi xakê spartine.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




