Mihemed Tofîq Ezîz Kenan naskirî bi Heme Çav Ciwan, sala 1951ê li nahyeya Xurmalê ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê Xurmalê bûye û heta qonaxa navendî xwendiye, Mihemed Tofîq Ezîz xêzandar bûye û navê hevjîna wî Şikûfe Seîd bûye û xwediyê keçekê bûye bi navê Rêzan, sala 1974an şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Mihemed Tofîq, sala 1967an bûye endamê beşa siyasî di şaneya نهێنی (veşartî) ya ser bi rêxistina Xurmalê ya Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Leqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Seîdê Qaleyê Xeyat berpirsiyarê rêxistinê bûye, di meha 1ê ya 1969an de bûye Pêşmerge di Leqa 4ê ya Osman Elî Çetûn de, ku ser bi batalyona 7ê Biyareyê ya Hêza Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, ku di wê demê de Cemal Namîq fermandeyê batalyonê bûye.
Sala 1969an di rûbirûbûna êrîşa kirêgirtiyên rejîmê (Kolwane Sor) bo ser sengera berevaniya Ebebêylê bi giranî birîndar bûye, piştî wergirtina çareseriyê vegeriyaye xizmeta şoreşê û pileya Serpelî wergirtiye.
Di 27ê çiriya paşîn a 1974an de li Çiyayê Zozikê, di rûbirûbûna êrîşa serbazên rejîma wê demê ya Îraqê bo ser sengerên Pêşmerge şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





