Siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdullah, naskirî bi Mihemed Herkî, sala 1970an peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye, nûnerê kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yazdehem 1993 û dwazdehem 1999 bûye û sala 2010an li kongreya sêzdehem da bi endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
JînenîgarîMihemed Herkî sala 1954an li bajarokê Pîrmam ji dayik bûye, derçûyê qonaxa amadehiyê ye, di 14ê îlona 2011an de koça dawî kiriye û li goristana Pîrmam hatiye veşartin. Şarezayê zimanên kurdî, erebî û farisî bû.
XebatnameMihemed Herkî di sala 1970an de peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye, sala 1974an bi şûn de wek pêşmerge beşdarî di şerên Xelîfan û Gorêz û Hesen Beg kiriye li sînorê parêzgeha Hewlêrê û çar caran birîndar bûye. Salên (1975-1991) piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye.
Nûnerê kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yazdehem 1993 û dwazdehem 1999 bûye û sala 2010an li kongreya sêzdehem da bi endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Sala 1983an berpirsê lijneya navçeya Şeqlaweyê ser bi lijneya lîqa du bûye û sala 1988an wek fermandeyê hêza aware beşdarî dastana Xwakurkê kiriye, sala 1991ê beşdarî di azadkirina bajarê Kerkûkê de kiriye.
Sala 1994an hatiye kirin berpirsê lijneya navçeya Selahedîn ser bi lijneya lîqa du ya Hewlêrê, sala 1999 heta 2005an endamê mektebê bûye li Mekteba Navendî ya Rêkxistinê, sala 2005an endamê desteya pişkinîn û peydûyî bûye, sala 2011an bûye berpirsê lijneya lîqa nozde ya Çemçemalê û di 14ê îlona 2011an de koça dawî kiriye û li goristana Pîrmam hatiye veşartin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





