Jiyanname

Mihemed Elî Mehmûd Îbrahîm naskirî ye bi Derwêş Elî, di sala 1927 li gundê Beşî Pîrg li devera Şemîranê ya ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, hevjîna Mihemed Elî navê wê Ayşe Mehmûd bûye û kurê wî navê wî Îbrahîm e.

Xebatname

Mihemed Elî di berwarî 14ê çiriya paşîn a 1961 bûye Pêşmerge di Hêzên Şemîranê de bi fermandeyiya Heme Şemîranî, ku di wê demê de Hêzên Şemîranê hêzeke serbixwe bûye û Şehîdê navbirî fermandeyê wê bûye û ferman ji serkirdatiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînorê çalakiya vê hêzê li devera Şemîranê û devera Newrolî bûye zêdetir. Lê piştî çêkirina pêkhateya serbazî ya Şoreşa Eylûlê di sala 1965 ev hêz her wek hêzeke serbixwe ma û xistin ser hêzên xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

di sala 1963 desteyek Pêşmerge ku hejmara wan çar Pêşmerge bûne ji bo erkekê çûne nava bajarê Helebceyê yê Şehîd, piştî cîbicîkirina erka xwe di vegerê de ketine kemîna serbazên rejîmê û Mihemed Elî Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.