Mihemed Ebdulla Mihemed naskirî bi Mihemed Reşaş di sala 1942an de li gundê Glîcalî ser bi devera Bemo ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, navê dayika wî Tela Mehmûd Hemeemîn e û navê hevjîna wî Meryem Mehmûd e û xwedî kurekî ye bi navê Kemal, sala 1974an Şehîd bûye.
XebatnameMihemed Ebdulla Mihemed naskirî bi Mihemed Reşaş di sala 1962an de peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê dike û di liqa yekem de bi serperiştiya Kemal Ehereş ser bi liqa Zemnakoyî ser bi batalyona şeşem a Bemo bi fermandeyiya Fazil Talebanî ser bi Hêza Xebat dibe Pêşmerge, beşdarî şerên pirda Zelm, Eneb, deşta Şarezûr, Derbendîxan kiriye, pileyê serdesteyî dibe û paşê pileya serpelî pê tê dayîn û di batalyona Nûrî Hemeelî di liqa Usmanê Elî Çetûn de pileya berpirsiyarê leşkerî yê batalyonê pê tê dayîn, hevsenger bûye li gel Naif Tewêleyî û Fettah Axa û Celal Laweranî û Hemekerîm Erebkuj û Ewrehîm Laweranî û Kerîm Şemîranî û Elî Xefûr Zemnakoyî, di berwarî 8ê Nîsana 1974an de di şerê Derbendîxanê de di rûbirûbûna li gel serbazên rejîmê de fîşek ber dikeve û Şehîd dibe, hevsengerekî din ê wî bi navê Naif Tewêleyî li gel wî Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





