Mihemed Ebdulla Ehmed, sala 1940î li gundê Ehmedbegê yê devera Şemîranê ya ser bi qezaya Derbendîxanê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û navê hevjîna wî Ayşe Kerîm bûye û xwediyê yek kur bûye bi navê Celal ku di encama topbarana topxaneyên rejîma Beis bo nav bajarê Helebceyê sala 1988an şehîd bûye.

Sala 1970yî bûye Pêşmerge di Hêzên Şemîranê de, ku hêzeke serbixwe bûye û di bin fermana Hêzên Xebatê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, herwiha şehîd Heme Şemîranî fermandeyê hêzê bûye, beşdarî di şerê Sertîz, şerê Hacî Omeran, şerê Helebceyê, şerê Derbendîxanê, şerê çiyayê Zemnakoyê kiriye.

Sala 1974an Mihemed Ebdulla Ehmed li sengerê berevaniyê yê Hêzên Pêşmerge li Mileya Sûr a çiyayê Sûrênê, li hember êrîşa hevbeş a şûîyan û serbazên rejîma wê demê ya Îraqê berevanî kiriye û şehîd bûye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê