Jînenîgarî

Mexdîd Hemed Umer Resûl di sala 1955an de li nahiyeya Basirme ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, navê dayika wî Eyşe Mistefa ye û birayên wî Necmedîn, Umer, Sedredîn û Xalid in, di sala 1988an de Şehîd bûne.

Xebatname

Mexdîd Hemed Umer Resûl Di sala 1983yê de peywendî bi Lîjneya Navçeyê ya Şeqlaweyê ya ser bi Liqa Duyem a Partiyê dike, ligel Haşim Bapîr li devera Şêx Wesanan dibe Pêşmerge, di sala 1988an de hêzeke mezin a serbazên rejîma Beis êrîş dikin ser sengerên Pêşmerge li devera Şêx Wesanan û Mexdîd Hemed di wî sengerî de fîşekek bi wî dikeve û Şehîd dibe, hevsengerên wî li nêzîkî sengerê Şehîdbûna wî wî bi xakê dispêrin. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.