Me'rûf Qadir Elî, nasraw bi Marf Çomanî, sala 1956 li gundê Çomanî Suwayl Axa li nahiyeya Simîlan ser bi qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe û li kampên Behremê niştecî dibe, sala 1976 awareyê Başûrê Îraqê dibe, piştî du salan mayîna wan li Başûrê Îraqê vedigere zêdê bav û bapîran, sala 1985 bo kampa zorêmlê ya Quştepeyê li parêzgeha Hewlêrê tên veguhastin, sala 1988 vedigere kampa Diyanayê.

Sala 1973 di temenê 15 saliyê de peywendî bi hêza Pêşmerge ya Şoreşa Eylûlê dike ligel Celîl Şêrkaweyî dibe Pêşmerge. Sala 1991 destpêka raperîna cemawerî ya Kurdistanê li bajarê Soran beşdarî dike û rolekî bilind dibe, sala 1992 piştî pêkanîna leşkerê Kurdistanê di batalyona 9an a Goşîne ser bi lqa Nejmedîn Goronî dibe Pêşmerge, sala 1997 pileya cîgirê batalyona 1ê li lîwaya 72an a artêşa Balekê werdigire.

Şehîd Me'rûf Çomanî beşdarî çendîn şerên bergiriyê li yasayê û serweriya Kurdistanê wek şerên Qesrê, Hacî Omeran, Berde Bûk, Aşê Xidir Axa, Gerwebêşê, Lolana, Xinêre û çiyayê Hesarost dike.

Di şeva 29 li ser 30ê tebaxa 1998an de di şerekî dest û yexe ligel çekdarên PKKê li navçeya Gojar li rebaya Fatan li Sêrêyana Dîliman, ligel du ji hevsengerên xwe Şehîd tê kirin, piştî Şehîdkirinê termê wî tê şewitandin û tê şêwandin.

Çavkanî:

1.Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.