Ji bo kontrolkirina çiya, fermandeyê şoreşê Barzanî bi fermandeyên Pêşmerge (Reîs Bekir, Muqedem Ezîz Akrêyî, Hecî Biroxî, Mehmûd Kawanî, Şakir Beg, Ogzbek Zirnî, Rehman Şêx Wesanî û Mîrka Axa Xeylanî) re şêwirî da ku planek ji bo êrîşkirina li ser baregeha ku li ser çiya bû deynin. Ev çiya xalek girîng bû li ser nexşeya Kurdistanê ji ber ku li ser deşta Hewlêrê dinêrî û cihekî stratejîk bû ku herêmên Hewlêr, Xoşnawetî, Soran û Balekayetiyê bi hev ve girêdida. Her wiha dergehek bû ji bo pêwendiya bi Pêncwên, Bêtwên û Silêmaniyê re, lewma hikûmetê her tim hewl dida herêmê kontrol bike, ji ber ku bi baweriya wê kontrolkirina Çiyayê Sefîn dê bibe gefeke mezin li ser herêma Balekayetiyê, ku navenda fermandariya şoreşê bû.
Çend xal hebûn ku Hêzên Pêşmerge ji bo pêkanîna êrîşê û cîbicîkirina plana desteserkirina Çiyayê Sefîn bi rêya êrîşkirina li ser wan bi girîng didîtin. Mîna baregehên Kanî Şîlana heta Kanî Kûz, bi destpêkirina êrîşa li ser baregehan di saet pêncê sibê ya 23ê Tebaxa 1962an de, Hêzên Pêşmerge karîn di demek kurt de gundên Kanî Şîlana, Kanî Kûz, Bane Nok û Xoran kontrol bikin. Her wiha ziyanên mezin gihandin Artêşa Iraqê, ku 52 leşker hatin kuştin û piraniya termên wan li qada şer man û ketin destê Pêşmerge. Di rojên piştre de, wan hewl da bi rêya kesayetiyên olî yên herêmî û melayan termên miriyên xwe werbigirin. Di vê şerê Çiyayê Sefîn de, ku yekemîn şerê Hêzên Pêşmerge bû di destpêka Şoreşa Eylûlê sê Pêşmerge şehîd bûn û sêyên din birîndar bûn.
Piştî desteserkirina Çiyayê Sefîn, yekîneyên Pêşmerge dest bi tevgerê li dora çiya kirin û li rêyan geriyan da ku derbeyên zêdetir li hikûmeta Iraqê bidin û çalakiyên din ên Pêşmerge pêk bînin û baregehên artêş, polîs û cêşiyan kontrol bikin. Piştî wergirtina erêkirina fermandariya şoreşê, Hêzên Pêşmerge biryar dan ku navenda polîsan a Komespanê kontrol bikin û kelh dorpêç kirin. Fermandeyan dixwestin şer bêyî xwînrijandin û bêyî birîndarbûn bi dawî bikin. Diviyabû polîsên ku xwe spartibûn hundir, xwe radestî Hêzên Pêşmerge bikin. Wan ji muxtarê gund xwestin ku serdana navenda polîsan bike û bi wan re li ser vê yekê biaxive.
Lê belê barûdox çend rojan berdewam kir, dorpêç sê rojan dom kir ji ber ku ew li benda radestbûnê bûn, polîsan, bi serokatiya çawîş Feyzî, dixuyabû ku biryar dane xwe biparêzin û xwe radest nekin, lê ew di pêwendiyê de bûn bi serokên xwe re ji bo alîkariyê. Lewma Artêşa Iraqê du caran hewl da êrîşî herêmê bike da ku dorpêça kelhê bişkîne û polîsan rizgar bike, lê hewldanên wan bê encam man û têk çûn ji ber ku Hêzên Pêşmerge her carê bersiva êrîşa wan dan û ew têk birin. Ji ber ku Pêşmerge soz dabû ku vê navenda polîsan bi her bihayî kontrol bike.
Artêşa Iraqê cara sêyemîn hewl da û planeke xapînok danî da ku Hêzên Pêşmerge ji paş ve kontrol bike û ji wir bigihîje navenda polîsan û dorpêçê bişkîne, lê Hêzên Pêşmerge karîn taktîkên Artêşa Iraqê pûç bikin û ji paş ve gule li wan barandin û plana wan betal kirin û ew ji herêmê derxistin.
Rewşa polîsan her diçû xirabtir dibû. Dema ku ji hatina Artêşa Iraqê ya ji bo alîkariyê bêhêvî bûn, hewl dan birevin û ji tariya şevê sûd werbigirin. Lê Hêzên Pêşmerge ev yek fêm kirin û nêzîkî kelhê bûn û dorpêç tengtir kirin, û bi hatina tariyê re, polîsan deriyê kelhê vekirin û rêz bûn û xwestin ji kelhê derkevin û birevin. Di vê kêliyê de Pêşmerge gule li wan barandin, û piştî birîndarbûna yek ji polîsan, yên din hemûyan destên xwe bilind kirin û xwe radest kirin. Dûre Pêşmerge kontrola kelhê kirin û ketin navenda polîsan û hemû çek, cebilxane û hemû alavên ku di qereqolê de bûn, desteser kirin.
Di şerê desteserkirina kelha navenda polîsan a Komespanê de fermandeyên serbaz (Reşîd Bêşonî û Fikrî Bîroxî) û her wiha fermandeyên (Ehmed Mistefa Kanîlengî û Mela Emîn Hostanî) beşdar bûn. Bi vî awayî tevahiya herêma Xoşnawetiyê ket bin kontrola şoreşê û rêxistin û çalakiyên ku li Badînan, Bradost û Balekayetiyê hatibûn kirin, ji aliyê rêxistinî, siyaseta partiyê û avakirina baregeh û qereqolên Pêşmerge ve bi heman awayî hatin cîbicîkirin. Barzanî berpirsiyariya Xoşnawetiyê spart Bekir Ebdulkerîm û Mehmûd Kawanî wek alîkarê wî destnîşan kir, bi vî awayî Xoşnawetî bi saya helwesta xelkê herêmê ya li hember şoreşê, comerdî û dilsozî û piştewaniya wê, bû keleheke xurt a şoreşê. Lê zû fermandeyê Pêşmerge yê wêrek Mehmûd Kawanî rastî topbaranê hat û bi giranî birîndar bû û piştî ku rakirin nexweşxaneya Şoreşê li Bêtwatê, roja şemiyê yekê Îlonê sala 1962an ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû. Û xatir ji şoreş û welat xwest.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û بزوتنەوەى ڕزگاریخوازی کورد, بەرگی سێیەم, بەشی یەکەم, شۆڕسی ئەیلوول 1961-1975, چاپی یەکەم 2004.
2- Xurşîd Şêre, خەبات و خوێن, بیرەوەریەکانی ساڵانی خەباتی پێشمەرگایەتی, چاپی سێیەم, هەولێر, 2015.
3- Xazî Adil Gerdî, پێشمەرگەیەک لە خزمەت ڕێبازى غازى عادل گەردى, پێشمەرگەیەک لە خزمەت ڕێبازى بارزانیدا حەجى بیڕۆخى, بەرگى یەکەم چاپى دووەم, تورکیا, 2021.
4- Arî Kerîm, چەند لاپەڕەیەکى زیندوو لە شۆرشى ئەیلوولدا, چاپخانەى خەبات, دهۆک 1999.
5- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, ڕۆژانێ لە مێژووى شۆرشى ئەیلوول, چاحى یەکەم, هەولێر, 2007.


