Şehîd Mihemed Ebûzeyd Îsa Ebûzeyd ku bi (Meho Gewda) tê naskirin, di sala 1950î de li gundê Grînok a herêma Goliya ji malbateke hezkirê Kurdayetiyê ji dayik bûye, di sala 1988an de ligel malbat û kesûkarên xwe penaberî Tirkiyeyê bû, di sala 1989an de radestî rejîma Beis hat kirin, piştre bo Bexda hat veguhastin û di heman salê de hat îdamkirin.
Rûpelên têkoşînêMihemed Ebûzeyd Îsa Ebûzeyd di sala 1964an de tevlî refên Pêşmerge bû di nava hêzên Faris Kormarkî de, di sala 1979an de hewl da malbata xwe tevlî refên şoreşê bike, lê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin, bi derketina daxuyaniya 11ê Adara 1970yî de hat berdan, têkoşîna xwe heta şikesta sala 1975an berdewam kir, şehîd karî ligel hejmarek ji hevalên xwe yên Pêşmerge piştî 18 rojan ji şikestê çar çalakiyên şerî di nava xetên dijmin de pêk bîne, ji wan kuştina leşkerekî rejîmê li gundê Keşanê, herwiha karîn kemînekê li ser rêya sereke ya di navbera Zaxo û Batîfa nêzîkî Gundê Bosel de deynin, wesayîteke leşkerî ya cureya Îfa ket kemînê û tê de çar leşker hatin kuştin, herwiha karîn efser û sê polîs li dorhêla Derkarê bigirin, di destpêka Şoreşa Gulanê de bû fermandarê mufrezeyê, piştî avakirina rêxistinên leşkerî di sala (1979-1980) de berpirsiyariya rêxistina Şehîd (Mehmûd Yûsif) wergirt, hêzên dijmin gelek caran plan ji bo terorkirina wî danîn, di sala 1985an de şehîd ligel hejmarek ji hevalên xwe yên Pêşmerge di kemîna hêzên rejîmê de li navbera gundê Dêrêşk û Avê ya herêma Goliyan ketin, di dema pevçûnên navbera her du aliyan de sê ji cêhşên sîxur hatin kuştin û şeşên din birîndar bûn, di encamê de Pêşmergeyek bi navê (Sidqî Avdil) şehîd bû û Meho Gewda û kurê wî Hikmet di wê operasyonê de birîndar bûn.
Di sala 1987an de bû fermandarê hêza lêder, beşdarî zêdetirî 100 çalakî û epîkên şerî bû ku piraniya wan bi xwe serpereştî kirin, ji giringtirîn wan çalakiyan rûbirûbûna êrîşa rejîmê ya li ser herêma Lîvî ya bi êrîşa Ermiştî tê naskirin, epîka navdar a Zembîlfiroş, epîka Şeranişê ya sê caran, epîka Omer Axa, herwiha li sengerên Goriya Omer Axa, ku karî efserê bi pileya Muqedem bikuje, û ji bo nirxandina vê çalakiyê ji aliyê birêz Îdrîs Barzanî ve hat xelatkirin, di sala 1988an de ligel malbat û kesûkarên xwe penaberî Tirkiyeyê bû bi mebesta çûna Îranê, lê bi planeke navdewletî li hemberî çend pereyan di sala 1989an de radestî rejîma Beis hat kirin, piştre bo Bexda hat veguhastin, piştî çend rojan biryara îdamê derbarê wî de hat derxistin û di sala 1989an de hat îdamkirin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


