Şehîd Mehmûd Osman Halo yê berniyas bi Mehmûd Halo sala 1956ê li gundê Boselê li devera Sindî ya ser bi qezaya Zaxo ve ji binkeyek kurdperwer tê ser dinyayê, li sala 1963 dest bi xwendina seretayî kiriye li gundê Boselê û her li wir ev qonax bi dawî aniye, xwendina xwe ya navincî û amadeyî li bajarê Zaxo bi dawî aniye, her li sala 1977 hat wergirtin li kolîja kargêrî û aborî li zanîngeha Mûsilê û bi pileya herî baş bi dawî aniye, ji ber vê yekê navê wî derket bo xwendina bilind (master), belê neqebûl kirina wî bo endametiya Partiya Be's, neçar dibe masterê qurbanî doza gelê xwe bike, sala 1981 awareyî welatê Îranê dibe, li sala 1993 dibe rêveberê giştî yê bazirganî û herwiha rêveberê giştî yê dahat li kabîneya 1 û 2 ya hikûmeta herêmê, sala 2000 bû brîkarê wezareta darayî û aborî, li yekê sibata sala 2004ê tê Şehîd kirin.
Şehîd Mehmûd Osman destekê zêrîn di warê nivîsînê de jî hebûye, baştirîn belge ji bo vê çendê jî helbestên wêne û bi dehan babetên edebî û siyasî jî nivîsîne, çendîn babetên xwe di rojname û govarên serdemê şoreşê de belav kirine, şehîdî pirtir ji sed hozanan nivîsîne, hejî ye bêjin çendek ji hozanên şehîdî di pertûkekê de hatine komkirin bi navê (Peyvên Şehîd) lê ev berhem hatine parastin û ta niha nehatine çap kirin, herwiha jîn û helbijartiyên Cegerxwînî di pertûkekê de kom kirine, hemî jî di navbera salên (1980-1988) hatine nivîsîn bi dest xetê şehîdî, herwiha dîwana (Xelat) ya hozanvanê Kurd (Tîrêj) ji tîpên latînî wergerandiye ser tîpên erebî, pênc dîwanên (Cegerxwîn) ji tîpên latînî wergerandine ser tîpên erebî.
XebatnameŞehîd Mehmûd Osman Halo yê berniyas bi Mehmûd Halo sala 1976 diçe nav rêzên rêxistina نهێنی ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji ber vê çendê demê hêşta qutabî li 11ê kanûna yekê 1976 ji aliyê rejîma Be's ve tê girtin û dişînin bajarê Kerkûkê, li 21ê adara 1977 tê azad kirin piştî eşkence daneka bê sînor, piştî temam kirina xwendina zanîngehê peywendiyê bi şoreşê dike, sala 1981 awareyî welatê Îranê dibe û her di wê salê de tê helbijartin ji aliyê şoreşê ve bo komîteya penahinda li bajarê Ûrmiyê, sala 1984 bi biryara mekteba siyasî hat wergirtin wek endamê beşê darayî.
Şehîdî di çendîn şerên bergiriyê de beşdarî kiriye wek dastana Xwakurkê sala 1988ê û serhildana sala 1991ê, li yekê sibata sala 2004ê li yekemîn roja cejna qurbana pîroz li baregehê lqa du li bajarê Hewlêrê di rûdaneka terorîstî de hat Şehîd kirin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





