Mehmûd Ebdulrehman Mela Umer, sala 1920 li gundê Babkê, nahyeya Şêrwan Mezin, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye, sala 1961 di şerê Geliyê Zawîte de Şehîd bûne.
XebatnameSala 1943 û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşgêr ve kiriye û beşdarî di şerên girtina polîsxaneyên navçeya Barzan de kiriye. Sala 1945 û piştî neskoya şoreşê, hevsengê cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946, hevsengê leşkerê şoreşgêrê Barzan bi fermandeyiya jenerel Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaxê ya sêgoşeya sînorê Îran- Îraq- Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizooriya cîwar bûye.
22ê Gulanê 1947 yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîranê 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîranê 1947 ligel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dor hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komelêk Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û poşak û hatûçoyê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên Serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêr meşqa Serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa Serbazî di 29ê Tebaxê 1948 ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk "Taşkend"a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa Serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr bi ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê distandin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li Barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvskî kom bikin, lewma Mehmûd Ebdulrehman di meha Çiriya Paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mehmûd Ebdulrehman di 16ê Nîsanê 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye.
Serçave:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna Fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 Tîrmeh 1958 li Îraqê, (Bexdad- Dar El-Reşîd lil-Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
12- Arşîfa Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





