Yasanas û siyasetmedar Mehmûd Haşim Elyas Silo, nasraw bi Mehmûd Êzdî, kurê Şehîd Mehmûd Êzdî ye, sala 1985 peywendî bi rêzên Partiyê kiriye, nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û dwazdehem 1999ê Partiyê bûye û sala 2010 û di kongreya sêzdehem de bi endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 2017 hatiye kirin bi berpirsiyarê lijneya lîqa bîstê ya Şêxan.
JînenîgarîMehmûd Êzdî sala 1970 li şaredêya (Baedrê – Şêxan) ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Sala 2010 bakaloryosê yasayê li zanîngeha Dihokê wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî ye.
XebatnameMehmûd Êzdî sala 1975 li dû neskoya Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe awareyê Îranê bûye û sala 1976 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê rejîma Beis bo Başûrê Îraqê dûr xistine û sala 1978 vegeriyaye Dihokê.
Sala 1985 peywendî bi rêzên Partiyêyê kiriye û sala 1991 li hêza Şêxan peywendî bi rêzên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, sala 1992 beşdarî di xuleke rewşenbîrî de kiriye li baregeha lîqa yek li Dihokê bo maweyê du mehan, sala 1998 beşdarî di xula yazdehemîn a peymangeha kadîran kiriye li bajarê Hewlêrê.
Nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û dwazdehem 1999ê Partiyê bûye û sala 2010 di kongreya sêzdehem de bi endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Di maweyê kar kirina xwe de di nava rêzên Partiyê ev erk û berpirsiyarî wergirtine: berpirsiyarê lijneya navçeya Batêl 2000, berpirsiyarê lijneya navçeya Xebat 2002, berpirsiyarê lijneya navçeya Şingal û Sinûnê 2003, kargêrê lijneya lîqa bîstê ya Şêxan 2006, berpirsiyarê lijneya navçeya Elqûş 2007ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, cîgirê berpirsiyarê desteya çavdêrî û pişkinînê 2011, berpirsiyarê lijneya lîqa bîstê ya Şêxan 2017.
Çavkanî:Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





