Mecîd Hemed Resûl Hemed, di sala 1933 de li gundê Xoranê yê ser bi qezaya Şeqlawe ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, malbata Mecîd Hemed navê Gulnaz Bekir û kurên wî navên wan Şemsedîn, Necmedîn, Mûşîr, Ebdulwahîd û Kakle û keçên wî navên wan Helîme, Şîrîn, Xezal, Eyşan û Sûzan e.
XebatnameMecîd Hemed di sala 1968 de bûye pêşmerge li leqa heft bi fermandariya Haşim Bapîr Aqûbanî ser bi batalyona sêyê Sefîn bi fermandariya Resûl Feqê ser bi Hêzên Pêşmerge ya Sefîn Partiya Dêmokrata Kurdistanê, beşdarî di şerên Aqûban û Kilaw Qasim û şerê Awegird û şerê Derbendê Korê û şerê Dola Hîran sertaserî û şerê Makok û Şîşar kiriye, di Şoreşa Gulanê di sala 1984 de careke din bûye pêşmerge li Hêzên Pêşmerge ya Sefîn Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Resûl Feqê fermandeyê hêz bûye û Mecîd Hemed wek pêşmergeyê desteya baregeha hêz erkê xwe pêk aniye.
Mecîd Hemed di sala 1986 de bi bêhnvedaneke çend roje vedigere gundê Xoranê û tê eşkerekirin, lewma di berbangê roja 13ê çiriya paşîn a 1986 de hêzeke mezin a caş û serbazên rejîma Beis dorpêça mala wan digirin û Mecîd Hemed xwe radest nake û rûbirûyê wan dibe, di encamê de bi giranî birîndar dibe û bi birîndarî tê girtin, caş bi birîndarî heta dergehê gund wî dikişînin û li dergehê gund gulebaran kirine û şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





