Jiyanname

Mamesûr Derwêş Resûl di sala 1920an de li gundê Serûçawa ya devera Simaqolî ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotkarî bûye, xwedî malbat bûye, hevjîna wî navê wê Meryem Qadir bûye, xwedî du kur bi navên Remezan û Osman û sê keç bi navên Gelawêj, Fatime, Ayşe bûye.

Xebatname

Di sala 1961ê de peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê kiriye, di lîqa Faris Bawe ku ser bi hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bûye Pêşmerge, herwiha Sabir Şêx Camî fermandeyê hêzê bûye, di çendîn şer û çalakiyên partayetî de beşdarî kiriye.

Di sala 1969an de bi fermana fermandeyê hêza Deşta Hewlêrê, Mamesûr li gel çend hevsengerên xwe bi rê dikevin bo encamdana çalakiyeke partîzanî li nav bajarê Hewlêrê, ku nêzî gundê Beneslawe dibin dikevin kemîna leşkerî ya rejîmê û tên girtin, ku maweya yek sal û sê mehan zîndanî dibin, piştî beyannameya 11ê Adara 1970yî dikevin ber lêborînê û tên azadkirin.  

Di sala 1974an de li Çiyayê Awegerd di rûbirûbûna serbazên rejîma Beis de fîşek bi wî dikeve û Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.