Kongreya Heştêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq di 1ê Tîrmeha 1970î de) piştî rêkeftina 11ê Adara 1970î li gundê Nawperdanê hat lidarxistin.

Şert û sedem

Efserên desthilatê rê li ber cîbicîkirina rêkeftina 29ê Hezîrana 1966an a di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmeta Îraqê de girtin, ku van efseran komeke Ofîsa Siyasî ya berê ya Partî ku li Bexda bi cih bûbûn, li dijî şoreşê bi kar anîn, bi rêya çekdarkirina şopînerên wan û avakirina navend û baregehan ji wan re li hin deverên ku Hêzên Pêşmerge lê bûn, herwiha dûrxistina Ebdulrehman Bezzaz ji serokwezîriyê û erkdarkirina Tahir Yehya ji bo şûna wî, û di dawiya meha Tebaxa 1967an de serokwezîrê nû bi serokatiya şandeke hikûmetê serdana Mistefa Barzanî kir, ku serokwezîrê Îraqê sozên zêde da Mistefa Barzanî derbarê cîbicîkirina daxuyaniya 29ê Hezîranê û rakirina çekan ji destê Fursanan (Cehşan), bi taybetî ji şopînerên koma Ofîsa Siyasî ya kevin.

Piştî demekê, diyar bû ku hikûmet ne bi niyaz e çekan ji destê Cehşan rake, berevajî vê yekê, ji aliyê efserên desthilatê ve bêyî îrade û daxwaza serokwezîr zêdetir piştgirî li wan tê kirin, û ev yek bû sedema destpêkirina şer di navbera Cehşan û Pêşmerge de, ku di destpêka 1968an de bû sedema sarbûna peywendiyên di navbera serkirdayetiya şoreşê û hikûmetê de, û piştre di 15ê Nîsana 1968an de şer derket.

Di 17ê Tîrmeha 1968an de Partiya Beis derbeyeke leşkerî li ser desthilatê kir û Ehmed Hesen Bekir bû serokkomar, sîstemê şerê xwe yê rasterast li dijî Kurdan sivik kir û dest bi teşwîqkirin û çekdarkirina Cehşan li dijî şoreşê kir. Şer gihîşt lûtkeyê, di dawiyê de piştî çend şer û pevçûnan, Cehşên hikûmetê di 18ê Cotmeha 1968an de têk çûn û reviyan nav baregehên hikûmetê li Kerkûkê..

Piştî wan têkçûnan, di Îlona 1969an de, hikûmetê destpêşxeriyek ji bo gihîştina bi rêkeftinekê ligel serkirdayetiya şoreşê da destpêkirin û şanda xwe şand Nawperdanê, piştî rêze-civînan li Bexda û Nawperdanê, û serdana Sedam Huseyn cîgirê serokkomarê Îraqê bo Nawperdanê û hevdîtina wî ligel Mistefa Barzanî di 11ê Adara 1970î de, rêkeftinek di navbera hikûmeta Beis a Îraqê û serkirdayetiya şoreşê de hat îmzekirin, ku encama wê naskirina wan mafên ku Kurdan ji bo wan şoreş kiribûn, ango naskirina mafên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bû.

Lidarxistina kongreyê

Piştî rêkeftina 11ê Adarê, kongre di navbera 1 û 6ê Tîrmeha 1970î de li gundê Nawperdanê bi amadebûna 488 nûneran hat lidarxistin, û ji ber rewşa guncaw û aram, ev kongre wekî sêyemîn kongreya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hesibandin ku bi awayekî eşkere tê lidarxistin. Şandên çend aliyên Îraqî tê de beşdar bûn, ji wan: şanda Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst, şanda Partiya Komunîst a Nîştimanî ya Dêmokrat, şanda Tevgera Sosyalîst a Erebî, şanda Rêxistina Rizgariya Filistînê, şandên partiyên Kurdî yên welatên cîran, şanda Partiya Dêmokrat a Kurd li Libnanê, şanda Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê, û Neteweyên Yekbûyî, û ji kesayetiyan Kamiran Bedirxan amade bû.

Kongre bi gotarek ji aliyê Mistefa Barzanî ve dest pê kir, piştre rapora siyasî ya Ofîsa Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê Hebîb Mihemed Kerîm sekreterê Partî ve bi zimanê Erebî hat xwendin, di dawiyê de Komîteya Navendî di 10ê Tîrmeha 1970î de karên Kongreya Heştêm bi derxistina daxuyaniyeke dawî ji bo dezgehên ragihandinê û nûnerên wan bi dawî kir..

Pêkhateya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li ser bingeha rêziknameya navxweyî ya Kongreya Heştêm bi vî awayî hat avakirin: Xane, Lîjneya Rêxistinî, Lîjneya Navçeyê, Lîjneya Şaxê, Komîteya Navendî, Ofîsa Siyasî, sekreterê Komîteya Navendî, Serok. Herwiha desteya çavdêriya navendî ji endamekî Ofîsa Siyasî û du endamên Komîteya Navendî ya partiyê pêk hat.

Endamên kongreyê bername û rêziknameya navxweyî ya kongreyê pesend kirin, û bi yekdengî Mistefa Barzanî careke din wekî serokê partiyê hilbijartin, herwiha endamên Komîteya Navendî ya nû ya partiyê hatin hilbijartin ku ew birêzan in:

Hebîb Mihemed Kerîm – sekreter

Dr. Mehmûd Osman

Îdrîs Barzanî

Mesûd Barzanî

Salih Yûsifî

Elî Ebdullah

Nûrî Şawês

Samî Ebdulrehman

Haşim Hesen Aqreyî

Îsmaîl Mela Ezîz

Muqedem Ezîz Aqreyî

Faxir Mergesorî

Faris Bawe

Reşîd Sindî

Şekîb Aqreyî

Ebdulwehab Etruşî

Elî Qasim Şingalî

Dara Tewfîq

Ebdul Qernî

Sidîq Efendî

Zekiya Îsmaîl Heqî

Endamên yedek ên Komîteya Navendî:

Reşîd Arif Ebdulrehman

Elî Hezar

Numan Îsa

Şêx Reza Golanî

Cercîs Fethullah Şemas

Mihemed Mela Qadir

Şeban Seîd Mihemed

Hemîd Berwarî

Qadir Cebarî

Ofîsa Siyasî ji hevalan pêk hat:

 Hebîb Mihemed Kerîm, sekreterê Komîteya Navendî

Dr. Mehmûd Osman berpirsiyarê komîteya peywendiyên derve

Ezîz Aqreyî

Samî Ebdulrehman

Salih Yûsifî, berpirsiyarê ofîsa rêxistinên girseyî

Elî Ebdullah

Nûrî Sidîq Şawês

Di heman demê de, koma Ofîsa Siyasî ya kevin, ya ku bi navê Partî kar dikir, kongreya xwe ya heftem li Bexda li dar xist, di dema kongreyê de biryar dan ku komê hilweşînin, herwiha mijara tevlîbûna Partî pêşkêş kirin, û ev yek bi yekdengî pêk hat, piştre bi rêya şaxa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi Mesûd Barzanî re peywendî danîn û ji wî xwestin ku vê daxwaza wan bigihîne Mistefa Barzanî, piştî agahdarkirina Mistefa Barzanî bi daxwaza wan, wî lêborîn li wan kir, Celal Talebanî di 7ê Tebaxa 1970î de serdana Hacî Omeran kir û li wir bi Mistefa Barzanî re hevdîtin kir. Piştî rêze-civînan di 1ê Cotmeha heman salê de lêborîneke giştî ji bo wan bi yekdengî hat derxistin û ew vegeriyan nav Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Çavkanî

-Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê