Sedem

Di 10ê hezîrana 1963an de êrîşa li ser Kurdistanê dest pê kir û rêjîmê her çi hêza çekdar hebû şand qadên şer, artêşa Kurdistanê bi mebesta berevanîkirinê çendîn bereyên şer vekirin û bersiva êrîşan hate dayîn, di wê demê de ji aliyê serok Mistefa Barzanî ve çend peyam ji bo Mekteba Siyasî ya partiyê hatin şandin û daxwaz ji Îbrahîm Ehmedyê sekreterê partiyê û Mekteba Siyasî hate kirin ku çend êrîşan li navçeyên xwe li ser artêşê pêk bînin, lê Mekteba Siyasî û bi taybetî Îbrahîm Ehmed bersiva daxwazên wan neda, herwiha rê li wan fermandaran girtin ku bêyî pirsa wan êrîşî hêzên hikûmetê dikirin, van reftarên hanê kirin ku sarbûnek di navbera serok Mistefa Barzanî û Îbrahîm Ehmed de çêbibe.

Di 18ê çiriya paşîn a 1963an de hikûmeta Be'sê ji aliyê artêşê ve derbeya leşkerî lê hate kirin û rûxiya. Piştî derbeyê, Ebdulselam Arif desthilat girt destê xwe û rasterast daxwaza danûstandinan ji serkirdatiya şoreşê kir, di meha kanûna yekem a 1963an de piştî şêwra serok Barzanî ligel Mekteba Siyasî danûstandin dest pê kirin û eqîd Ebdulrezaq Mehmûd parêzgarê Silêmaniyê wek nûnerê hikûmetê hat bajarê Ranyeyê û ligel serok Mistefa Barzanî Celal Talebanî û Nûrî Şawês endamên Mekteba Siyasî civiya û gotûbêjan rêkkevtinnameya di navbera her du aliyan de bi xwe re anî û daxuyaniya rêkkevtinê di 10ê sibata 1964an de ji aliyê hikûmetê ve hate ragihandin ku tê de hatibû "dewlet dan bi mafên neteweyî yên Kurd de dike".

Di 17ê sibata 1964an de Îbrahîm Ehmed، Seyîd Ezîz Şemzînî û Umer Mistefa Debabe hatin Sengeserê û ligel serok Barzanî civiya, encama civînê razîbûna hemû aliyan bû li ser rêkkevtina 10ê sibatê. Piştî hefteyek mayîn li Sengeserê, Îbrahîm Ehmed û hevalên wî vegeriyan Mawetê, li wir careke din dest bi dijayetiyên xwe kirin, ev yek bû sedem ku hejmareke zêde ya fermandar û Pêşmergeyan Mawetê biterikînin û biçin cem serok Barzanî li Sengeserê û plana Mekteba Siyasî ya ji bo serok  Barzanî eşkere bikin, piştî hatina fermandarên Pêşmerge, serok Barzanî civîneke ligel wan kir û piştî şêwirînê, biryar da ku tevahiya wan fermandaran ji kar bide alî ku li pey Mekteba Siyasî ketine û li şûna wan çend fermandarên din deyne ku cihê baweriyê bin, fermandarên ji kar hatine alîkirin ev bûn: Celal Talebanî Umer Mistefa Debabe, Elî Eskerî û Kemal Muftî, li hemberî vê yekê Îbrahîm Ehmed û Mekteba Siyasî di 9ê nîsana 1964an de Konferansa Mawetê ya wan encam da.

Girtina konferansê

Ji 4ê nîsana 1964an heta 9ê nîsana 1964an, konferans li dibistana seretayî ya bajarokê Mawetê dest bi kar kir, di destpêkê de biryar bû ku di 1ê nîsana 1964an de li gundê Malume konferans bê kirin, lê piştre hate veguhastin bo Mawetê, ji ber ku Mekteba Siyasî di peyama xwe ya ji bo nûnerên hatine vexwendin de dibêje di 1ê nîsana 1964an de konferansek tê girtin, lê piştî sê rojan ji dema xwe hate rêkxistin. Rapora Mekteba Siyasî ji aliyê Îbrahîm Ehmed ve hate xwendin, ji tevahiya endamên Komîteya Navendî, civîn bi amadebûna deh endaman û berpirsên her pênc لقên yekê ya Mûsilê, lqa duyê ya Hewlêrê, lqa siyê ya Kerkûkê, lqa çariyê ya Silêmaniyê û lqa pêncê ya Bexdayê hate girtin. Rêveberên civînê ev bûn: Nûrî Şawês، Elî Ebdullah، Seyîd Ezîz Şemzînî û Îbrahîm Ehmed her yek ji Celal Talebanî Umer Mistefa, Salih Yûsifî، Ebdulhuseyn Feylî، Haşim Akreyî û Nahîde Şêx Selam Ehmed bi sedemên cuda beşdarî di konferansê de nekirin. Eqîd Îsa Pêjman nûnerê Dezgeha Hewalgiriya Savaka Îranê di dema konferansê de li Mawetê bû.

Mebesta sereke Îbrahîm Ehmed Fetah di civîna Mawetê de, dijayetîkirina  Mistefa Barzanî û dûrxistina wî bû ji serokatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di heman konferansê de şandeyek hate pêkanîn, ji bo ku bikeve navbera Mekteba Siyasî û serok Mistefa Barzanî, ji bo vê mebestê şande çû cem serok  Barzanî û biryar hate dayîn, heta vegera şandeyê, konferans bi dawî neyê anîn. Şande ligel serok  Barzanî gihîştin encameke hevbeş û vegeriya Mawetê, dema ku şandeyê vegeriya konferans bi dawî bûbû û daxuyaniyek li dijî serok  Barzanî ji aliyê mekteba siyasî ve derxistibûn, bi sernavê (Rêkeftina Barzanî û Mûşîr aştiye yan xwe radestkirine?) her li gorî wê bernameya kar û merama ku hatibû danîn di roja dawî ya civînê de biryara sarkirina serok Mistefa Barzanî hat dayîn.

Çavkanî:
  1.  Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, 1958-1961, bergê duyem, (2012).
  2.  Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewê navxweyî), desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê yekem, (Hewlêr- çapxaneya Roksana- 2021).
  3.  Salah Al-Kharsan, Al-Tayarat Al-Siyasiyya fi Kurdistan Al-Iraq, qira'a fi milafat al-harakat wa al-ahzab al-kurdiya fi Al-Iraq 1946-2001, (Beyrût – matba'at al-balagh – 2001m).
  4.  Habib Mihemed Kerîm, Tarîx Al-Hizb Al-Dîmuqratî Al-Kurdistanî - Al-Iraq (fi mehattat ra'isiya) 1946 - 1993, (Duhok - matba'at Xebat - 1998m).
  5.  Nizar Xeylanî, Es'ed Xeylanî defterê bîranînên xwe hildide, (Hewlêr - dezgeha çap û belavkirinê ya Bedirxan - çapxaneya Hêvî - 2014z).
  6.  Ebdulsetar Tahir Şerîf, Mlimlanê legel jiyanda bîranîn 1971 - 1935, bergê yekem, (Kerkûk - çapxaneya Arabxa - 2005z).
  7.  Husên Mihemed Ezîz, Pênc demjimêr legel (Ibrahîm Ehmed)da, (Silêmanî - çapxaneya Sîma - çapa sêyem - 2002z).
  8.  Şekîb Eqrawî, Senawat Al-Mihna fi Kurdistan ehem al-hawadith al-siyasiya wa al-askariya fi Kurdistan wa Al-Iraq min 1958 ila 1980, Al-Tab'a Al-Thaniya, (Erbîl - matba'at Manara - 2007m).