Piştî ku Partiya Beis bi derbeyeke serbazî di Tîrmeha 1968an de gihîşt desthilatê li Îraqê, êrîşên xwe li ser Kurdistanê careke din zêde kirin. Herêma Behdînan yek ji wan deveran bû ku ket bin êrîşên Artêşa Iraqê ji bo serdestiyê û rakirina hemû astengiyan li pêşiya hikmê serbazî ku bi salan bû ji bo wê têdikoşiyan. Wan hejmarek êrîş li ser deverên cuda yên Kurdistanê pêk anîn ku di encamê de hejmareke mezin ji sivîlên bêguneh bûn qurbanî. Karesata gundê xiristiyanî Sûriya, yek ji rêze tawan û komkujiyên Artêşa Iraqê ya hov bû li dijî serkirdayetiya Şoreşa Eylûlê û xelkê Kurdistanê, ev jî ji bo mayîn û bihêzkirina pêgehên xwe bû. 

Sûriya gundekî biçûk e li deşta Silîvana ya herêma Zaxo, çend kîlometreyan dûrî Fîşxabûrê ye û li ser perava çepê ya çemê Dîcle li sêgoşeya sînorê Sûriye, Tirkiye û Îraqê ye. Hejmara xelkê gund derdora bîst malbat bûn, piraniya wan xiristiyan bûn û bi çandinî û xwedîkirina ajalan re mijûl dibûn.

Di 16ê Îlona 1969an de mayînek li bin otomobîleke Artêşa Iraqê li ser rêya giştî ya nêzî gund teqiya, ku bû sedema kuştin û birîndarbûna hemû rêwiyên wê, di nav kuştiyan de efserê serbazî Ebdulwehab Ebdulkerîm hebû. Ji ber ku gund nêzî cihê bûyerê bû, di heman rojê de hêzeke mezin a serbazî bi hinceta tolhildanê ber bi gund ve çû. Dema xelkê gund karwanê serbazî dîtin ku ber bi gundê wan ve diçe, muxtarê gund û keşîşekî dînî bi ajokarê xwe re, yên ku wek mêvan serdana gund kiribûn, çûn pêşwaziya hêzên Artêşa Iraqê yên bi fermandariya lîwa Ebdulkerîm ji fujê çarem ê lîwaya bîst û sêyem, lê gava gihîştin wan, bêyî ti pirs û lêpirsîn, artêşê ew girtin û bi gulebaranê kuştin.

Paşê gund dorpêç kirin û gundî bi zorê, di nav de jin, zarok û ciwan ji malên wan derxistin, ew xistin nav dîwarekî û girtin. Li vê derê nesekinîn, belku tawana hovane û dirinde li dijî wan pêk anîn, hemû kuştin û kes ji vê tawanê rizgar nebû, heta ku hemû xelkê gund hatin kuştin. Ne tenê ew, belku artêşê malên wan şewitandin û gund bi temamî wêran kirin. Ev yek ji planên siyasî yên Beisê bû li gundên Kurdistanê ji bo wêrankirina binesaziya aboriyê di bin navê siyaseta erdê şewitî de. Zilm û êrîş gihîşt lûtkeyê piştî ku pênc zarok di nav depoyeke genim de dîtin û hemû kuştin. Zêdebarî dizîna hemû pêdiviyên xelkê gund, dest û tiliyên jinan jêkirin ji bo bidestxistina gustîlk, zengil û bazinên zêr. Hejmara giştî ya qurbaniyên vê bûyerê (39) kes bûn, di nav wan de neh jin û (11) zarok, hemû li du goran hatin veşartin, yek ji bo jinan û ya din ji bo mêran li nêzî gund.

Bêguman tişta ku di vê kampanyaya serbazî ya Artêşa Iraqê ya li dijî sivîlên bêguneh wek jin û zarok û yên din de tê dîtin, tawanek e ku ji hemû sînorên wijdanê mirovahiyê derbas bûye û bûye hovtirîn jenosîd li dijî mirovahiyê di dirêjahiya sedsala borî de.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgariya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çap: yekem 2004.

2- Hojîn Mesûd Serneyî, Şoreşa Eylûlê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

3- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Duhok 1999.

4- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, binyatan û heltekandin, 1961-1975. çapa çarem, 2021.

5- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê 1961-1970, çapa yekem- Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012.