Kerîm Rehman Muhemmed Ferec, sala 1956 li gundê Banî Şarê yê ser bi nahyeya Xurmal ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, ji bo xwendina qonaxa seretayî rû kiriye nahyeya Xurmal û qonaxa seretayî temam kiriye, ketiye ber pêla serbazî ya zorê ya rejîma Be's û piştî demekê kurt vegeriyaye ji bo xizmeta Pêşmergatiyê, Kerîm Rehman zewicî bûye û hevjîna wî navê wê Zaferan Salih bûye û xwediyê kurekî bûye bi navê Celal, sala 1985 Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Kerîm Rehman Muhemmed, sala 1981 bûye Pêşmerge li batalyona sê ya Hêzên Surênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de baregehên wan li Xornewezanê devera Hewramanê bûye, sala 1981 beşdarî şerê Rezle û Parezan û şerê partîzanî yê deşta Şarezûr û sala 1985 şerê Hêlampêyê kiriye, sala 1984 pileya fermandeyê kertê ser bi batalyona sê ya Hêzên Surênî wergirtiye.
Sala 1985 piştî girtina çend sengerên serbazî yên rejîma Be's li bilindahiyên Hêlampêyê yên devera Hewramanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ku Kerîm Rehman tê de beşdar bûye, piştre ji aliyê topxaneyên rejîma Be's ve sengerên wan ên berê topbaran kirine û Kerîm Rehman Muhemmed top bi wî ketiye û Şehîd bûne. Ji aliyê hevsengerên wî ve termê Kerîm Rehman hatiye veguhestin bo gundê Ehmed Awa û li wir spartine axê.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




