Jînenîgarî

Kerîm Bapîr Mihemed Ehmed, di sala 1935an de li gundê Derbendokê yê ser bi nahiyeya Herîrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê kur û keçekê bûye, di sala 1966an de li binarê Benî Herîrê şehîd bûne.

Xebatname

Kerîm Bapîr Mihemed Ehmed, di sala 1959an de bi rêya Xefûr Ezîz peywendî bi navçeya Şeqlaweyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike, her ligel navbirî di sala 1961ê de ji bo encamdana konferansa Partiya Dêmokrata Kurdistanê diçin bajarokê Koyê. Kerîm Bapîr ji ber xwendewariya xwe mijûlî karê rêkxistina nava bajêr dibe û di heman demê de ji bo çend çalakiyan çek hildaye.

Di sala 1966an de çalakiyekê encam dide û dixwaze ji bo çend şevan biçe Benî Herîrê heta barûdox aram dibe, lê di rê de dikeve kemîna serbazên rejîmê û şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.